HSDê îdiayên Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku hêzên HSDê bendeke kontrolê ya Polîsên Leşkerî yên hikûmetê li nêzî Dêr Hafirê hedef girtiye, derewandin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê îdiayên Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku hêzên HSDê bendeke Polîsên Leşkerî yên hikumet li nêzî Dêr Hafirê hedef girtiye, derewandin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Hêzên Sûriya Demokratîk îdiayên di daxuyaniya Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Parastinê de hatin kirin ku HSDê bendeke Polîsên Leşkerî li nêzî bajarokê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê hedef girtiye, derewandin.
Hêzên me diyar dikin ku tu çalakî yan jî tevger an jî operasyonên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk li wê herêmê tune ne û ev îdiayên çêkirî û bi giştî bi gumanin, armanca wan derxistina hincetan û rewakirina aloziyane. Hêzên me aliyê ev daxuyanî daye berpirsê encamên wê dibîne.
Hêzên Sûriya Demokratîk pabendî xweragirtin û rêveçûnên heyî ne.”













