HSDê li derdora Bendava Tişrînê û Dêr Hafirê 2 dronên dagirkeran xistin xwarê.
Navenda Ragihandinê ya Sûriyeyê HSDê bîlançoya şer û çalakiyên 24 saetên dawîn weşand.
HSDê ev agahî parve kirin:
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 19ê sibatê de êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin. Balafirên şer ên dagirkeran derdora Bendava Tişrînê û cihên karkeran ên li Bendava Tişrînê bombebebaran kirin. Di heman demê de gundên derdora bendavê jî bi obîsên giran topbaran kirin. Di encama topbaran û bombebaranê de zirarên madî çêbûn. Şervanên me di çarçoveya bersivdayînê de 2 dronên dagirkeran ên hewl didin êrişî derdora bendavê bike, xistin.
Eniya Pira Qereqozaqê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundên Tîna û Xeseq û Girê Sêvê êriş kirin. Di encama êrişan de zirar li mal û milkên şêniyan bûn. Dagirkeran û çeteyên wan ketober gundên Tîna, Cada, Pîr Hiso, Dîkan, Sina, girên Sêvê û Qereqozaqê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan topbaran kirin. Zêdetirî 10 top li deverên navborî ketin û zirarên mezin li mal û milkên sivîlan bûn.
Duh saet 19.30’an, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker rojavayê Qesra Ehmed Munîr a li bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê bombebaran kir û zirarên madî çêbûn. Eniya Dêr Hafirê; balafirên bêmirov li ser herêmê digeriyan. Droneke ku hewl da nuqteya hêzên me bombebaran bike, ji aliyê şervanên me ve hat xistin.”