HSDê bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî li Reqayê li dijî şaneyek çeteyên DAIŞ’ê operasyon pêk anî û 4 çete hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê jihevxistina şaneyek çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“HSDê bi rêya Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) û bi hevrêziya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, li bajarê Reqayê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn, di encamê de 4 çeteyên DAIŞê hatin girtin.
Hêzên me bêyî ku ti qurbanî di nav sivîl an leşkeran de çêbibin, êrişî cihê şaneyê kirin. Di dema operasyonê de çek û alavên ragihandinê yên ku ji bo pêkanîna çalakiyên terorîstan dihatin bikaranîn hatin desteserkirin.
Di lêpirsînên destpêkê de, kesên ku hatine girtin li xwe mikur hatin ku ew tev li berhevkirina agahiyên îstîxbaratê yên li ser cih û xalên hêzên me yên leşkerî û plankirina êrişan bûne, her weha bi serçeteyên ‘DAIŞê’ re têkilî danîne û agahî dane wan.
Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê piştrast dikin ku ev operasyon beşek ji operasyona berdewam ji bo têkbirina çeteyên ‘DAIŞê’ bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ye, bi armanca parastina sivîlan, ewlehî û aramiya herêmê misoge bike.”













