HTŞê li gundê El Enzê yê li bakurê Hamayê, êrîşî welatiyan kir. Di êrîşê de zarokek 12 salî jî di nav de 5 welatî kuştin.
Komên çekdar ên ku gotin ew girêdayî rêveberiya HTŞê ne, danê sibê bi ser gundê El Enzê yê li bakurê Hemayê de girt. Di êrîşa li dijî gund de, ji welatiyên mezheba Elewî 5 kes kuştin. Di nava 5 kesan de zarokekî 12 salî jî heye.
Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kir ku bi lezgîn destwerdanê bikin û van kiryaran rawestînin û hesab ji kujeran bipirsin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku hêzên girêdayî rêveberiya nû ya Sûriyeyê, di nava 72 saetên dawî de 35 kes kuştin û piranî ji wan subayên dema Esad bûn. SOHRê da zanîn ku Elewî di hedefê de ne.