Hikumeta Veguhez a Sûriyeyê bi biryarnameya derxistî gelek rojên pîroz ên gelê Kurd û gelên din guhertin û di rojên fermî de cih neda wan.
Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê biryanameya bi hejmara 188an a sala 2025an a der barê roj û cejnên fermî de derxist. Di biryarnameyê de gelek roj û cejnên gelê Kurd û gelên din ên Sûriyeyê hatine paşguhkirin û rakirin. Di biryarnameyê de roja 21ê Adarê ku Cejna Newrozê ye nehatiye destnîşankirin û li şûna wê Roja Dayikan hatiye bicihkirin.
Newroz ji bo gelên Kurdistanê cejnek neteweyî ya pîroz e û li gelek welatên wekî Îran, Afganistan, Azerbaycan û welatên Asyaya Navîn tê pîrozkirin.