• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

    Di agirbesta DYA û Îranê de hewildanên propagandayê û rastî

    Midurê Girtîgeha Turkoglûyê ji girtiyan re got: Ez we bernadim

    Bipêkirinên li girtîgehan didomin: Av wekî heriyê diherike

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Nahît Eren bang li TRT Sporê kir

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    Sibê 300 dîlgirtî tên berdan

    WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

    Di agirbesta DYA û Îranê de hewildanên propagandayê û rastî

    Midurê Girtîgeha Turkoglûyê ji girtiyan re got: Ez we bernadim

    Bipêkirinên li girtîgehan didomin: Av wekî heriyê diherike

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hûnermend Çat: Ji bo aştiyê tev li meşê bibin

Fexredîn Kiliç / AW

16 KANÛN 2024 - 08:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Platforma Saziyên Demokratîk duh li Amedê bi daxuyaniyekê deklerasyona “Çareseriya Demokratik û Meşa Azadiyê” bi raya giştî re parve kir. Yek ji nûnerê platformê Hunermend Kadîr Çat têkildarî meşê nirxandin kir û got: “Hewceye em weke siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr di meşê de cih bigirin û vê krîzê veguherînin aştiyeke birûmet.”

Platforma Saziyên Demokratîk duh li Amedê, deklerasyona “Çareseriya Demokratik û Meşa Azadiyê” bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku meş dê îro (16ê Kanûnê) dest pê bike. Meş dê ji Amedê heya Enqerê bidome û dê di 20ê Kanûnê de li Enqereyê daxuyaniyekê bidin.

‘Divê hunermend, siyasetmedar û rewşenbîr di meşê de cih bigirin’

Yek ji nûnerê Platforma Saziyên Demokratîk Hunermend Kadîr Çat meşa ku dane dest pê kirin nirxand. Kadîr Çat bal kişand ser geşedanên di rojevê de û wiha got: “Şerê 3yemîn ê cîhanê bandorê li vî welatî jî dike. Hewceye em weke hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr di meşê de cih bigirin û pêşengiyê ji meşê re bikin. Divê em bangawaziyê li çar aliyê welat û Tirkiyeyê bikin. Ji bo ku pirsgirêka kurd bûye pirsgirêka mirovahiyê.”

‘Divê gav bên avêtin û aştiyeke birûmet were çêkirin’

Kadîr Çat got ku “Ji bo aştiyeke birûmet hewcehî heye ku li Tirkiyeyê bangawaziyekê bikin” û wiha berdewam kir: “Krîza herî mezin a siyasî û aborî, krîzên bandorê li jiyana mirovan dikin hêdî hêdî mezin dibin. Divê hunermend, rewşenbîr, partî hewceye vê gavê biavêjin vê krîzê veguherînin aştiyeke birûmet. Tev li meşê bibin û bangawaziyeke mezin bikin ku vê pirsgirêka gelê Kurd çareser bikin, gav bên avêtin û aştiyeke birûmet çêbikin.

‘Meşeke dîrokî ye’

Kadîr Çat destnîşan kir ku şerê heyî ji aliye aborî, leşkerî, siyasî ve jiyanê dixetimîne û got: “Ji bo vê yekê ev meş girîng e û meşeke dîrokî ye.”

‘Li diji şer aştiyê bi pêş bixin’

Kadîr Çat herî dawî wiha got: “Ev şerê cîhanê yê sêyemîn hemû kesan eleqedar dike. Ne tenê Kurd, Ereb, Çerkez, Ermenî, Elewî û Sûnî herkesên li Tirkiyeyê dijîn. Lê Kurd pêşengtiya aştiyê dikin. Kurd dibêjin em hene em dixwazin dostên me jî welatparêz jî hemû werin di vê meşê de cih bigirin. Aştiyeke birûmet aştiyeke mezin çêbikin û li hemberî şerê cîhanê yê sêyemîn aştiyê bi pêş bixin û wekhevî û azadiyê bi hev re bînin.”

Etîket: hunermendKadir ÇadMeşa Azadiyêsiyasetmedar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

14 ADAR 2026
Hunermendên vegeriyan Başûr: Xeterî bi temamî bi dawî nebûye

Hunermendên vegeriyan Başûr: Xeterî bi temamî bi dawî nebûye

4 SIBAT 2026
Şandeya hunermendên Kurd gihişt Rojava

Şandeya hunermendên Kurd gihişt Rojava

31 ÇILE 2026
Hunermend Huda Şairawî li Şamê kuştî hat dîtin

Hunermend Huda Şairawî li Şamê kuştî hat dîtin

29 ÇILE 2026
‘Terorîstên DAIŞî dê bi ser nekevin’

‘Terorîstên DAIŞî dê bi ser nekevin’

22 ÇILE 2026
Hunermendên Kurd tev li seferberiyê bûn

Hunermendên Kurd tev li seferberiyê bûn

18 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    Mexmûr 7 sal in di bin ambargoyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Bajêr ji bo erdhejeke nû ne amade ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Binyada Gerdûnê û Bûka Salê: Çarşema Sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TJA: Werin em ji bo azadiyê di 19ê Nîsanê de li Gemlîkê bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amerîka û Îranê agirbesta demkî ragihand, Îsraîlê jî qebûl kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşekerên tirk gundekî Amûdê gulebaran kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (304)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne