Hunermendan li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê bi şahiyekê vekirin.
Komek hunermend, ji bo valahiya di qada çand û hunerê de tijî bikin, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Komeleya Çand û Hunerê Ya Rengînê vekirin. Gelek hunermend, siyasetmedar, nûnerên saziyên civakî û welatî beşdarî şahiya vekirinê bûn. Beriya vekirinê stran hatin gotin û li ber stranan govend gerandin. Serokê komeleyê Hikmet Acet, bal kişand ser armanca komeleyê û got: “Bi armanca di qada çand û hunerê de em xizmeta zarok, jin û ciwanan bikin me ev komele vekir. Dê deriyê me ji hemû gelê me re vekirî be.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî anî ziman ku ew li Navenda Çanda Mezopotamyayê perwerde bûye û gihiştiye û wiha got: “Dewlet li dijî çand û hunera Kurdan polîtîkayên bişaftinê dimeşîne. Ji ber vê yekê divê her kes hem li komeleyê û hem jî li çand û hunera xwe xwedî derkeve.
Piştî axaftinan Koma Sorjîyan û hunermend Azad Bedran stran gotin. Piştî stranan komele bi coşeke mezin vekirin.