Şaxa ÎHDê ya Wanê, bi boneya 39emîn salvegera damezrandina ÎHDê li Wanê belavok belavkirin û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêdivî bi peymaneke nû ya civakî heye.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, bi boneya 39emîn salvegera damezrandina ÎHDê li Wanê belavok belavkirin û daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHDê ji avahiya xwe ya lı taxa Şerefiye ya navenda Wanê heta Kolana Hunerê belavok belav kirin û li Kolana Hunerê maseyek danin û stand vekirin. Li vir daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de pankartên “Di têkoşîna azadî û dadê de 39 sal!” û “Ji şer û tundiyê re na, ji aştiyê re erê” hatin vekirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.
‘Polîtîkayên înkarê zirarê dide aştiyê’
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka ÎHDê ya Wanê Ayten Kiran ve hat xwendin. Ayten Kiran, wiha got: “Çareseriya pirsgirêka kurd di nav pirsgirêkên herî girîng ên demokrasî û mafên mirovan ên herêma me de ye. Dewlet û desthilatdariya siyasî derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de li ser polîtîkayên ewlehî-navendî, polîtîkayên înkar û redkirinê israr dikin. Ev israr li ser van polîtîkayan, ji aliyekî ve dibe sedema xirabûna hawîrdora demokratîk û mafên mirovan û zirarê dide aştiya civakî; ji aliyê din ve jî zirarên kûr dide aboriya Komara Tirkiyeyê.”
‘Dewletê hêj jî gavên berbiçav neavêtine’
Ayten Kiran, destnîşan kir ku Komara Tirkiyeyê divê pêkanînên dijdemokratîk û binpêkirinên mafên mirovan qebûl bike û bal kişand ser pêşketinên ku armanca wan çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ayten Kiran, wiha berdewam kir: “Tevî van hemû pêşketinan, dewletê hîn jî ji bilî retorîka derbarê aştî û pêvajoyê de gavên berbiçav neavêtine. Li gorî raporên komeleya me yên 2025an, hezar û 412 girtiyên nexweş, ku 335 ji wan di rewşek krîtîk de ne, hîn jî di girtîgehan de têne girtin. Divê li gorî Prosedûrên Bêçekkirinê yên Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî ‘Komîsyonên Rastî, Lihevhatin, Edalet û Tazmînatê’ werin damezrandin. Dê ev komîsyon pêvajoya çareserkirina pevçûnan û rûbirûbûna bi rabirdûyê re bimeşîne. Wekî din, divê peymana civakî ya nû ya ku were pêşkêş kirin, pêşniyarên berbiçav ên wekî pirsgirêka Kurd, ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye, daxwazên Elewiyan, wekheviya zayendî, modelek rêveberiya nenavendî, perwerdehiya bi zimanê dayikê û hemwelatîbûna destûrî di nav xwe de bigire.”
Ayten Kiran, behsa pêwîstiya rakirina astengiyên li pêşiya azadiya ramanê li Tirkiyeyê û bidawîkirina zextên li ser muxalefeta civakî kir û da zanîn ku tekez divê Tirkiye li gorîpeymanên navneteweyî yên ku ew alîgirê wan e, tevbigere.
Piştî daxuyaniyê stand hat danîn û welatiyên di wir de derbas dibûn hatin agahdarkirin.