Piştî biryara Trump ya ablukayê û daxuyaniyên Netanyahu yên berdamê domandina şer de pazara neftê û piyasa dovîzan cardin aloz bû. Daneyên piyasayê cardin ber bi jor ve bilind bûn.
Tevî hewildanên dîplomatîk, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew dê şerê li başûrê Libnanê berdewam bikin. Li aliyê din, piştî ragihandina ablukaya deryayî ya li ser Îranê, bihayê petrolê li bazarên Asyayê ji 100 dolarî derbas bû û piyasayên aborî cardin serobino bûn.
Bazarên Asyayê hilweşiyan: Petrol gihîşt 105 dolarî
Piştî têkçûna muzakereyên Îslamabadê û fermana Trump ya ji bo girtina Tengava Hurmuzê, bazarên aborî yên Asyayê bi daketina rejeyan vebûn. Bihayê petrola West Texas Intermedîate (WTI) gihîşt 104,84 dolarî û petrola Brent jî derket ser 103,38 dolarî.
Îhtîmala şer rêjeya dowîzan jî bilind kir
Piyasa dowîzanan jî bandorek giran ji îhtîmala domkirina şer girt. Endeksên Nîkkeî yên Japonya û Kospi yê Koreya Başûr her du jî di navbera ji sedî yek heta ji sedî 2yan de daketin.













