Li Riha, Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya bi deh hezaran kesî dest pê kir. Welatiyên bi kincên neteweyî herikîna qadên Newrozê bi slogana, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Kurdistan” peyama Newroza îsal dan.
Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran ligel baran û sermayê jî bi coş dest pê kirin. Li Edeneyê pîrozbaniyê Newroza bi şîara Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan a li navçeya Seyhanê tê pîrozkirin. Tevî barana giran jî kesên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatibûn, piştî du nuqteyên kontrolê ketin qada pîrozbahiyê. Welatî xwe bi rengên kesk, sor û zer, cil û bergên neteweyî xemilandîn, dîmenên rengîn û balkêş derxistin holê. Girse bi sloganên “Bijî Serok Apo”, Bijî Kurdistan” û “Bijî Newroz” ketin qadê û li ber dahûl û zirneyê govend gerandin.
Di pîrozbahiyê de Halide Turkoğlu û Mehmet Ruştu Tiryaki biaxivin. Piştî pêxistina agirê Newrozê, hunermendên herêmî û hunermend Aram Serhad dê derkevin ser sehneyê.
Dîlok
Li Dîlokê jî Newroz li Qada Îstasyonê ya li navçeya Şehitkamilê bi heman şîarê tê pîroz kirin. Bi hezaran welatiyên bi kincên neteweyî û sloganan ber bi qada Newrozê ve herikîn, piştî lêgerînan ketin qadê. Beşdar bi cil û bergên neteweyî û pankartên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hene, ketin qadê. Her weha pankart û dowîzên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin jî li qadê hatin vekirin. Tevî şertên nebaş ên hewa û barîna barana zêde jî, jin û ciwan bi gerandina govendê coşa Newrozê dijîn.
Riha
Navendek girîng ku îro Newroz lê tê pîrozkirin jî Riha ye. Li pêşiya Novada Parkê ya li navçeya Haliliyeyê Newroz tê pîrozkirin. Di seatên zû yên sibê de bi hezaran welatî ref bi ref ber bi qadê ve herikîn.
Tevî şertên hewaya nebaş jî girseyek mezin li noqteyên lêgerînê kom bûn. Welatiyên cil û bergên neteweyî li xwe kirîn, alên kesk û sor û zer rakirin. Piştî vebûna deriyan welatî ketin qadê û li ber dahol û zirneyê dest bi gerandina govendê kirin. Di qadê de bi tîlîlî û sloganên balê dikişînin ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tên avêtin.
Mêrsîn
Li Mêrisên jî pîrozbahiyên Newrozê li Qada Tirmil a navçeya Akdenîzê pêk tên. Welatiyên di seatên sibê de herikîn qadê piştî prodestûrê lêgerînê ketin qadê. Bi hezaran welatiyên bi kincên neteweyî, rengên kesk û sor û zer ketin qadê sloganên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” berz kirin. Piştî girese kete qadê deqeyek ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê rêz hate girtin. Li qadê posterên pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê û cangoriyan ligel rengên neteweyî qad xemilandin. Cîgira Serokên Koma Meclisê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigît dê li vir biaxive û hunermend Rûken Yilmaz jî derkeve ser dikê. Pirîrozbahiya Newrozê bi stran, dahul, zirne û sloganan didome.
















