Siyasetmedar Îlham Ehmed têkildarî civîna 9ê Tîrmehê ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de pêk hat, diyar kir ku li gorî hatibû plankirin civîn pêk nehat û got: “Di famkirina entegrasyone de pirsgirêkên ciddi hene. Meseleya famkirina entegrasyonê astengiyek ciddî ya li pêş lihevkirinê ye. Dixwazin her tiştî bi navendê ve girê bidin.”
Di 9ê Tîrmehê de li Şamê di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de civînek pêk hat. Di civînê de nûnerên Amerîka û Fransayê jî amade bûn. Hikumeta Demkî ya Şamê di civînê de pergala navendîbûnê parast û xwest vê li ser Rêveberiya Xweser jî ferz bike. Hikûmetê xwest hemû sazî, dezgeh, hêzên leşkerî dewrî hikumeta navendî bên kirin. Piştî civinê Balyozê DYAyê yê Enqereyê û nûnerê taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack gotibû: “Ev gaveke mezin e û tişta em dibînin ew e ku hemû herêm guheriye. Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tev li artêşê bibe.” Lê derket holê ku di civînê de li ser xalên ku anîne rojevê li hev nekirine û biryake hevpar derneketiye holê.”
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed li ser naverok û encama civîna ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta demkî ya Şamê de di 9ê Tîrmehê de pêk hat nirxandin kir.
Îlham Ehmed, anî ziman ku ev hevdîtin bi alîkariya Amarîkayê pêk hat û wiha got: “Amarîka ev civîn amade kir. Dîsa civîn bi navbênkariya Fransayê pêk hat. Di civînê de amarîkî û firansî amade bûn. Dîsa aliyê me û aliyê hikûmeta Şamê ya demkî amade bûn. Di civînê de gelek mijar hatin rojevê. Yek ji mijarên hatin rojevê, vekirina Deriyê Nisêbînê bû. Dîsa ji bo vekirina van saziyên ku berê di destê dewletê de bûn û piştî rejîma Baas çû, hatin girtin hat rojevê. Ji bo vekirina van saziyan niqaş hat kirin.”
‘Dixwazin em her tiştî teslîmî navendê bikin’
Îlham Ehmed, da zanîn ku mijara entegrasyonê jî ket rojevê û wiha got: “Em çawa entegrasyonê digirin dest û ew çawa digirin dest ket rojevê. Gelek ferq di navbera me û wan de heye. Ew dixwxazin bi entegrasyonê em her tiştî teslîmî wan bikin û destê xwe nedin tiştekî. Lê em wisa nagirin dest. Em entegrasyonê li dijî teslîmîyetê bi vîna azad çawa karibin bi hevre vî welatî bi rêve bibin. Yanî em entegrasyona demokratîk esas digirin. Divê her du alî jî berpirsiyariye bigirin ser xwe. Disa divê saziyên herêmê fermî bin û xwedî erk bin. Di civînê de nêzîkatiyên erênî derketin holê. Lê pir aşkere ye ku ji aliyê wan ve nêzîkatiyek pir navendî û hişk heye. Ev nêzîkatî li pêşiya diyalogê û gihiştina encamê astengî ye.”
‘Şam Rêveberiya Xweser bi fermî nas nake’
Îlham Ehmed bilêv kir ku 12 sal in li Bakur û Sojhilatê Sûrî li dibistanan bi 3 zimanan perwerde tê dayîn û wiha berdewam kir: “Heta niha Rêveberiya Xweser li vê herêmê ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermi nayê naskirin. Beriya niha jî komîteyên taybet li hev rûniştin ji bo vê mijarê. Desteya Perwerdehiyê ya Xweser û Wezareta Perwerdehiyê li hev rûniştin. Li ser vê mijarê ji bo dibistan bên qebûlkirin gihiştin nerînek hevbeş. Lê di dawiyêde dîsa bi biryareke siyasî hate sekinandin. Ev li hevkirina şandeyan nehat erêkirin. Ev jî hîna problem e. Me di civînê de ev jî anî rojevê. Me xwest vê yekê wekî mizgînî bidin xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Me xwest bê dîtin ku di nava du aliyan de li hevkirinek heye.”
‘Civîn li gorî dihat plan kirin derbas nebû’
Herî dawî Îlham Ehmed li ser encamê jî rawestiya û ev agahî parve kirin: “Mixabin ev civîn li gorî dihat plankirin derbas nebû. Me dixwest hin xalên taybet bînin rojevê. Meseleyên sînor, meseleyên balafirgehê, meseleyên dibistanê me xwest bi encam bikin. Ev 3 mijar wekî biryar ji civînê derketibûya dê kêfxweşiyek bi xwe re anîbûya. Dê rêyek vebûya. Dê bibûya rêya ku em karibin bêtir li ser mijaran li hev bikin. Lê ev pêk nehat. Di famkirina entegrasyone de ciddi problem hene. Pirsgirêk heye. Meseleya famkirina entegrasyonê astengiyek ciddî ya li pêş lihevkirinê ye.”