Îlham Ehmed di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kiriye ku pirrengî ne gef e, berovajî wê, jêdera hêzê ye û got: “Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak, Sûriyeya nû ava nabe.”
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a Hesekê ku dest pê kir, bi axaftina beşdaran berdewam dike.
Di konferansê de nêzî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û şêx Murşîd El Xeznewî amade ne. Hevseorkên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, hevseroka MSDê Leyla Qereman jî beşdar in.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ve hat kirin.
Îlham Ehmed diyar kir ku konferans di pêvajoyeke girîng a dîroka Sûriyeyê de tê lidarxistin, lewra berpirsyariya siyasî û exlaqî ya li hemberî welat ji her kesî tê xwestin.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku konferans îfadeya zindî ya îradeya gelan e ku di yekrêzê de li dijî şer li ber xwe bidin û bi birêxistinbûnê li hemberî paşguhkirinê rabin û modelek demokratîk a li ser bingehê hevnaskirin, tevkariya rasteqîn û edaleta civakî ava bikin.
Îlham Ehmed da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen, Çaçan, Çerkes, Misliman, Xiristiyan û Êzidî îsbat kirin ku pirrengî ne gef e, lê jêdera hêzê ye û axaftina xwe wiha domand: “Pêkhateyên herêmê îsbat kir ku parastina rasteqîn ne ji derve tê, lê bi îradeya hevbeş a ji bo avakirina aştî û edaleteke mayînde pêk tê. Berdewama hişmendiya yekalî ya rêvebirinê wê aloziyan kûrtir bike.”
‘Di Sûriyeya nû de divê mafên hemû pêkhateyan bê nasîn’
Îlham Ehmed konferans wek serekftineke siyasî ya gel pênase kir ku armanc jê “diyarkirina siberoja Sûriyeya nû ya li ser esasê tevkariya rasteqîn, hevnaskirin, nûnertiya adilane, hemwelatîbûna rasteqîn, pirrengî, nenavendîbûn û demokasiyê ku garantiyên yekitiya welat û aramiya wê ye.”
Îlham Ehmed diyar kir ku beşdariya nûnerên herêmê di konferansê de cewherê pêvajoya siyasî û destûrî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak, Sûriyeya nû ava nabe.”
Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku “piştî salên dirêj ji desthilatdarî û înkarê ev konferans bibe gavek ber bi Sûriyeya nû ve ji bo tevahî pêkhateyên wê û siyasetê vegerîne wateya wê ya exlaqî.”
Konferans bi axaftinên beşdaran didome.