Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed têkildarî peymana hatiye ragihandin diyar kir ku ew hêvîdarin ku welatên navbeynkar bi rola serkeftina pêvajoya entegrasyonê rabin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed têkildarî peymana di navbera HSDê û Hikûmeta Sûriyeyê de hat ragihandin, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.
Daxuyaniay Îlham Ehmed bi vî rengî ye:
“Di nvbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyeyê de ji bo vê gava girîng a ber bi îstîkrarê ku gihand peymanê, ji ber hewldanên wan em di serî de spasiya Amerîka û Fransayê û hemû welat û saziyên navbeynkaran dikin. Em hêvîdiarin ku wê di serkeftina pêvajoya entegrasyonê de bi rola garantor rabin.
Tevlîbûna hêzên ewlehiyê armanc dike ku pêvajoyeke entegrasyonê ya berpirsiyar û gav bi gav mîsoger bike ku hevkariyê garantî dike, rûmeta hemû pêkhateyan diparêze û rê li ber pêşketinê vedike.
Dadperwer û hevsengî divê li seranserê hemû herêman hebe. Em pabendbûna xwe ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê ku xizmeta yekîtiya Sûriyê dike, aştîya sivîl xurt dike, qonaxek nû ya aramî û pêşveçûnê ava dike û xelkê Efrînê û Serêkaniyê ji bo vegerin malên xwe, bi awayek biewle û birûmet ku garantî dike, ji nû ve piştrast dikin.”













