Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, li PE’yê civîna çapemeniyê li dar xist û bang li YEyê kir ku di pêvajoya ku bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re tê meşandin de bibe garantor.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn ku di muzakereya bi Şamê re tê meşandin de cih digrin, li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Endama S&D’yî ya Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr pêşengî ji bo civînê kir. Axaftina ewil endama PE’yê Daniel Attard kir. Attard piştevaniya xwe ji bo Kurdan diyar kir û wiha got, “Me beriya hefteyekî li Parlamentoya Ewropayê biryarek girt. PEyê bi dengekî xurt piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar kir.”
Evîn Încîr diyar kir ku PEyê dixwaze ku alîkariyên bi Şamê re girêdayî şertan be û mafên Kurdan were naskirin û wiha got, “Yekîtiya Ewropayê deyndarê Kurdan e, nikare wan biterikîne.”
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew piştgiriya bi Kurdan û Rojava re wekî piştgiriya demokrasî û aştiyê dinirxînin.
Îlham Ehmed got: “Di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd, avakirina Sûriyeyekî nû wekî piştgiriyê dibînin.”
Îlham Ehmed destnîşan kir ku Kurd û tifaqên wan li dijî DAIŞê têkoşiyane û mirovahiyê ji xeteriyeke mezin rizgar kirine û wiha got: “Li hemberî van hewldanan, divê piştgirî daban ku mafên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de hatiba mîsogerkirin.
Êrîş li dijî Kurdan çêbû û ev êrîşa li dijî demokrasiyê ye. Pergalek demokratîk heye ku mafên jinan mîsoger dike. Ev êrîş li dijî vê pergalê bû.”
Şer devam dike
Îlham Ehmed peymana ku di 29ê Çileyê de bi Şamê re hate îmzekirin, bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser entegrasyina û agirbestê bû. Têkildarî vê peymanê hîn gelek gav hene ku nehatine avêtin. Di nava dewletê de, derbarê entegrasyona leşkerî, ewlehî û saziyên sivîl gav têne avêtin. Lê hîna jî kêmanî hene û nîqaş têne kirin. Lê gotina ku dikare rê li ber şer veke, dewam dike. Gotinên hêzên ku rasterast girêdayî hikûmetê ne, derbarê vê yekê de hene.”
Îlham Ehmed destnîşan kir ku ji bo pêvçûn di navbera Kurd û Ereban de derkevin, hewldanên hem hundir hem jî hêzên herêmî hene.
Divê mafên Kurdan bi destûrî bên misogerkirin
Îlham Ehmed wiha got, “Em gavên ku heta niha hatine avêtin erênî dibînin, lê ji bo ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de were mîsogerkirin û li ser komîsyona destûra bingehîn ku Kurd di nav de cih bigrin, gav nehatine avêtin. Nûnertiya Kurdan a di saziyên dewletê de hîna pêk nehatiye. Tevlîbûna Kurdan di pêvajoyên biryarê û avakirina Sûriyeya nû de girîng e.
Her wiha ji bo ku mafên jinan hem di destûra bingehîn û hem jî saziyên dewletê de werin naskirin, hîna kêmasî hene.”
Divê garantorên pêvajoyê hebin
Îlham Ehmed bal kişand ser xeteriya DAÎŞ’ê û destnîşan kir ku DYA’yê hê Sûriyeya nû nehatiye avakirin, biryara vekişîne girtiye û wiha got, “Di mijara çawa meşandina vê pêvajoyê de, hîna mîsogerî tune ne. Em jî dixwazin di vê civînê de dengê xwe bidin bihîstin.”
Îlham Ehmed got, “Em dixwazin garantorên vê pêvajoyê hebin. Em ê ji Yekîtiya Ewropayê re bibêjin ku ji bo pêkanîna peymanê were mîsogerkirin, pêwîstî bi garantoran heye. Ji bo mîsogerkirina pêşerojê pêwîstî bi alîkariyê heye.”
Îlham Ehmed wiha berdewam kir: “Der barê vegera penaberan de tu gav nehatine avêtin. Ji bo vê jî mekanîzmayek pêwîst e.”
Divê YPJ di nav artêşe de cih bigire
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn jî wiha axivî: “Em bi saya têkoşîn û berxwedana gelê xwe li vir in. Misogerkirina destketiyên Rojava ji bo hemû beşên Kurdistanê girîng e.”
Rohilat Efrîn anî ziman ku di sala dawî de li Sûriyeyê bêaramî serdest e û got, “Ji bo entegrasyonê divê misogerî hebin. Wekî YPJ’ê me daxwazên xwe, êkoşîna ku hatiye dayîn û şoreşa Rojava di bin pêşengiya jinan de pêşketiye danî holê. Divê pêşengiya jinan di Sûriyeya nû de were naskirin. Divê YPJ jî wekî hêzek jinan cihê xwe bigire.”
Rohilat Efrîn destnîşan kir ku ji bo parastina destketiyên Rojava û destketiyên jinan hewceyî bi hevgirtinê heye.
Vegera Efrînê
Her du rayedaran bersiva pirsên rojnamevanan dan.
Îlham Ehmed pirsa derbarê vegera ji bo Efrîn de wiha bersiv da: “Lihevkirina bi Şamê re ya derbarê Efrîn de gelê Efrîn wê beşdarî rêveberî û ewlehiyê bibin. Nîqaş hîn jî berdewam dikin, lê pirsgirêk hene. Lê pêvajo yekalî dimeşe. Em jî dixwazin ji bo vegerê garantiyan bistînin. Derbarê vê yekê dîrokek nehatiye destnîşankirin. Niha 400 malbat amade ne ku wekî koma yekem vegerin. Hevdîtin wê bi hikûmetê re berdewam bikin.”
Divê YE bibe garantor
Rohilat Efrîn pirsa derbarê entegrasyona leşkerî de wiha bersiv da: “Di mijara avakirina artêşekê de li ser 4 tûgayan lihevkirinek heye. Em wekî YPJ’ê dixwazin wekî avaniyek xweser hebin. Nîqaşên me berdewam dikin, lê hîn biryarek şênber tuneye. Ji bo ku YPJ jî di artêşê de cih bigire, divê têkoşîn berdewam bike.”
Îlham Ehmed der barê Yekîtiya Ewropayê de jî ev peyam da: “YE ji bo pevçûn dubare nebin dikare rolê bilîze, mekanîzmayekê biafirîne. Ger ew rola garantoriyê bilîze wê bandorek erênî çêbe.”













