• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îlhan Dayan piştî 32 salan hate berdan

Navenda Nûçeyan /AW

26 ADAR 2025 - 19:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Amed – Nivîskarê girtî Îlhan Dayan, piştî 32 salan girtî ma, ji Girtîgeha Amedê hate berdan. Îlhan Dayan got: “Hêvî dikim ku di demeke nêz de hemû deriyên girtîgehan bên vekirin. Em ê li ser axa xwe ya pîroz, bi hev re govenda azadiyê bigirin.”

Girtî Îlhan Dayan ê helbestkar ku di sala 1993yan de li Manîsayê hate binçavkirin û girtin piştî 32 salan ji Girtîgeha Hejmara 2yan a Tîpa T a Amedê hate berdan. Malbat û hevalên Îlhan Dayan, Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, endamên DEM Partiyê û dayikên Nobeta Edaletê li pêş Girtîgeha Amedê Îlhan Dayan bi kulîlkan pêşwazîkirin. Dema malbatê û dayikan kulîlk dan Îlhan Dayan dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” hate berzkirin û hin ferdên malbatê bi hestiyar bûn.

‘Em ê bi hev re govenda azadiyê bigerin’

Îlhan Dayan ku li pêş girtîgehê axaftineke kurt kir, diyar kir ku ji ber gelek hevalên wî li pişt dîwaran mane xemgîn e û wiha got: “Hêvî dikim ku di demekî nêz de hemû deriyên girtîgehan bên vekirin. Em ê li ser axa xwe ya pîroz, bi hev re govenda azadiyê bigirin. Em bi hestên Newrozê ketin hefsê, em bi hestên Newrozê jî derketin. Di girtîgehê de jî me bi hestên Newrozê jiyan kir. Hêvî dikim ku bi hemû nirxên xwe bi hev re û bi awayekî azad em ê bijîn. Ew roj jî ne dûr e.”

Îlhan Dayan spasiyên xwe pêşkeşî dayikan û kesên ji bo pêşwazîkirina wî hatin ber girtîgehê kir û wiha domand: “Me hesta herî zêde ji dayikên xwe yên laçik spî digirt. Dema ku dilê dayikan bi me re be çi dibe bila bibe ji bo me jiyan e hêvî ye.” Kesên Îlhan Dayan li pêş girtîgehê pêşwazîkirin ew bi tilîliyan ber bi mala wî ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve bi rê kirin.

Ewilî di sala 1991an de tê girtin û 9 rojan tê îşkencekirin

Nivîskar Îlhan Dayan ewilî 1991 yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” tê girtin piştî 9 rojan di bin çavan de li gel hevalên xwe îşkenceyê dibînin wan dişînin Girtîgeha Rihayê û piştî 2 rojan sirgunî Girtîgeha Amedê tên kirin. Îlhan Dayan piştî 6 mehan girtî dimîne, tê berdan. Ji vê dosyayê 2 sal û 6 meh ceza li Îlhan Dayan tê birîn. Pişt re Îlhan Dayan di 6ê Tebaxa 1993yan de li Manîsayê tê binçavkirin û di 18ê Tebaxa 1993yan de tê girtin. Dû re Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Îzmîrê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebedê li Îlhan Dayan dibire. Îlhan Dayan ê piştî 32 salan hate berdan bi rêzê li Girtîgehên Manîsa, Îzmîr, Aydin, Elbistan, Mîdyad, Kalkandere ya Rîzeyê, Mêrdîn û Amedê tê ragirtin.

Her wiha bi navê “Diyariyên Şevê”, “Xeyalbêj” û “Bêrîjan” sê pirtûkên helbestan ên Îlhan Dayan hene.

 

Etîket: 32 salhelbestvanÎlhan DayanNivîskar
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

14 TEBAX 2025
100 akademîsyenan xwestin Abdullah Ocalan bibînin

100 akademîsyenan xwestin Abdullah Ocalan bibînin

9 TEBAX 2025
Nivîskar û weşanger: Kurdî bêstatu û bêperwerde nabe

Nivîskar û weşanger: Kurdî bêstatu û bêperwerde nabe

3 HEZÎRAN 2025
Piştî 32 salan cara yekemîn beşdarî Rojên Pirtûkên Kurdî bû

Piştî 32 salan cara yekemîn beşdarî Rojên Pirtûkên Kurdî bû

31 GULAN 2025
‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

19 GULAN 2025
Bedîrhanoglû: Em helwesta xwe bikin yek dikarin bibin xwedî statu

Bedîrhanoglû: Em helwesta xwe bikin yek dikarin bibin xwedî statu

13 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (252)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne