Li Cizîrê cejna Newrozê bi beşdariya deh hazaran kesî bi awayek coş tê pîroz kirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sloganên azadiya fîzîkî dixwazin mohra xwe li qadê didin.
Li paytextê Newrozê li Cizîrê gel bû lehî û herikî qada Newrozê. Ligel barîna baranê jî di seatên serê sibê de gel ref bi ref ber bi qada Newrozê ve herikî. Welatiyên kincên neteweyî li xwe kirîn, xwe bi kesk û sor û zeran xemilandin. Piştî derbasbûna ji noqteyên lêgerînê gel kete qadê. Di dema lêgerînan de car caran ji ber hewildanên provokatîf ên polîsan rageşî derketin.
Cizîr bû lehî û herikî qadê
Cizîr ku wekî paytextê Newrozê tê pênasekirin, îsal jî bû lehî herikî qada Newrozê. Ji zarokan bigire heta ciwan, jin, mir, pîr û kalan tevahiya navçeyê vala bû. Ji heft salî heta heftê salî tevahiya Ciziriyan li qadê kom bûn.
Jiyan li bajar rawestiya
Îro Ciziriyan dikanên xwe venekirin. Tekane liv û tevgera mirovan li ser riya qada Newrozê tê dîtin. Ji bilî wê kuçe û kolên Cizîrê roja xwe ya herî aram û bêdeng dijî.
Baran bandorê li pîrozbahiyê dike
Li navçeyê ji sibê ve baran dibare. Welatiyên bi amadekarî hatine sêwanên xwe ve dikin û her wiha hevdû ji baranê jî diparêzin. Ji ber ku bi hezaran sêwan hatine vekirin, qad wekî zeviya sêwanan xuya kir û dîmeneke pir balkêş derket holê.
Dilsoziya bi Abdullah Ocalan re mohra xwe li qadê da
Li qadê bênavber sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Newroz” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Li qadê car car posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û sloganên azadiya fîzîkî dixwazin bi deqeyan bi yek dengî hatin bilindkirin.
Di pîrozbahiyê de gel li gelek deveran li ber dahol û zirneyan, merşên ji sahneyê tên gotin govend girê dan û lîstikên herêma Botanê lîstin. Li qadê bi govend, tîlîlî, çepik û sloganan coş û peroj derket asta herê jor.
Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, axaftinan dest pê kir.




















