• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    Bi girseyî çûn şîna endamê YPGê

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    ‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Li dijî tundiyê 50 kesan serî li ÎHAMEDê dan

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    Dûran Kalkan: Diviya bû deriyê Îmraliyê bi temamî bihata vekirin

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2025an

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

    ‘Jin di avakirina pêvajoyê de rolek pêşeng lîstine’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Ambargoya li ser Mexmûrê nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan / AW

20 HEZÎRAN 2025 - 12:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk têkildarî ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê daxuyanî da û xwest demildest ambargo bê rakirin û bang li Bexda, Hewlêr û Enqereyê kir ku mafên gelê Mexmûrê nas bike û bên parastin.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk derbarê êriş û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê berdewam dikin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de bang li sê navendên girîng kir û got: “Banga me li hikumetên Bexda, Hewlêr û Enqereyê ye ku divê mafên gelê sivîl ên Wargeha Mexmûrê were naskirin û parastin.”

Berfirehiya daxuyaniya Înîsiyartîfê bi vî rengî ye:

“Gelê Kurd ji ber polîtîkayên neyînî yên dewletên Rojhilata Navîn heta roja îro bi gelek şert û mercên dijwar re rûbîrû ma. Li hin welatan hebûna wan hat înkarkirin, li hin welatan jî mafên wan ên sîyasî û çandî nehatin qebûlkirin. Di encama van polîtîkayên antî-demokratîk de an zîndan, an goristan, an welatê xerîbiyê bû para bi mîlyonan keç û xortên Kurd. Ji van yek encama girîng jî bêguman îro Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye.

Mixabin ku li Tirkiyeyê di salên 90î de li ser gelê Kurd zilm û zordariyeke giran hat meşandin. Lewra ji bo pirsgirêka Kurd rêya çareseriyeke demokratîk nehat vekirin, li her derê polîtîkayên ewlehiyê hatin pêkanîn. Di çarçoveya van polîtîkayan de bi hezaran gund hatin şewitandin, hatin valakirin û ji wan gundan bi hezaran kes hatin koçberkirin. Ji ber vê, di salên 93-94an de bi hezaran kes neçar man û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Rêwîtiya zarok û ciwan, jin û mêr ji kampên cûrbicûr heta Zaxo û ji wir heta Mexmûrê di nava zehmetiyeke giran de derbas bû. Lewra ancax piştî çend salan şunde ji aliyê Neteweyên Yekbûyî wek penaberên sîyasî hatin qebûlkirin û Wargeha Penaberan a Mexmûrê ket bin banê Neteweyên Yekbûyî. Lê her çiqas Wargeha Mexmûrê di bin sêvana Neteweyên Yekbûyî de be jî, bi gelek caran rastî êriş û astengiyan hatiye, mixabin hê jî ev rewş neguheriye.

Di nava çend salên borî de, li Wargeha Mexmûrê ji bombebaranên hewayî heta êrişên DAIŞê, ji ambargoyên jiyanî heta êrişên fîzîkî gelek bûyer pêk hatin. Nemaze ji ber xemsariya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, mafên penaberan ên ji aliyê zagonên navneteweyî tên parastin, pirr caran ji hêla hêz û dewletên herêmê hatin binpêkirin. Bi vî awayî, jiyana rojane yên mirovên li Wargeha Mexmûrê ku ji 13 hezar kesî zêdetir e, roj bi roj tê dijwarkirin.

Herî dawi, li ser Wargeha Mexmûrê ji aliyê Hikumeta Bexdayê ji 10ê Nîsana 2025an vir de ambargoyeke girankîrî tê meşandin. Di encama vê ambargoyê de pêwistiyên rojane yên gelê sivîl nayên tedarîkkirin, xizmetên şaraderiyê nayên kirin, mafê tenduristî yên şêniyên wargehê tê astengkirin. Her çiqas ji bo rakirina ambargoyê şandeyek 14ê Gulanê diçe Bexdayê lê di rêya vegerê de ji aliyê hêzên Iraqê ve tên girtin û heta niha jî nehatine berdan.

Em wek Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ambargo û rêgiriya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em helwesta nûnerên berpirsiyar ên Neteweyên Yekbûyî jî rexne dikin û bang li wan dikin ku demildest li gorî rol û mîsyona xwe tevbigerin. Di vê çarçoveyê de divê ambargo were bidawîkirin, mafê tendurîstî û geşt û xebatê were parastin, pêşî li êrişên hewayî û dorpêça wargehê were girtin.

Banga me li Hikumetên Bexda, Hewlêr û Enqereyê ye ku divê mafên gelê sivîl ên Wargeha Mexmûrê were naskirin û parastin. Lewra Mexmûr, cihê bi hezaran kesên sivîl e û li wir 31 sal e jiyaneke sivîl heye. Divê tu car neyê jibîrkirin ku çîroka gelê Mexmûrê, ji yek çîroka civakekê ye ku di nava zor û zehmetiyan de dev ji rûmet û hebûna xwe bernedaye. Em dizanin ku sedema êrişên li ser gelê Mexmûrê jî ev heqîqet e.

Em ê li hemberî êriş û ambargoyên li ser penaberên Mexmûrê tu car bê deng nemînin û her tim ligel xwişk û birayên xwe bin. Hêvî û banga me ew e ku bila demildest daxwaz û bendewariyên penaberên Mexmûrê werin bicîhanîn. Lewra polîtîkayên li ser Wargeha Mexmûrê li gorî yasayên hiquqî yên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî jî sûc e û nayê qebûlkirin.”

Etîket: AmbargoÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKampa Mexmûrê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Heyeta Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Mûşê serdana saziyan kir

Heyeta Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Mûşê serdana saziyan kir

15 TEBAX 2025
Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

26 TÎRMEH 2025
Konferansa Yekitiyê: Divê desthilat statuya Kurdan qebûl bikin

Konferansa Yekitiyê: Divê desthilat statuya Kurdan qebûl bikin

26 TÎRMEH 2025
Konferansa “Girîngiya Yekîtiya Kurd” dest pê kir

Konferansa “Girîngiya Yekîtiya Kurd” dest pê kir

26 TÎRMEH 2025
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê dewlet jî demildest gavan biavêje

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Divê dewlet jî demildest gavan biavêje

22 TÎRMEH 2025
Gelê Mexmûrê li dijî ambargo û zextên Iraqê meşiyan

Gelê Mexmûrê li dijî ambargo û zextên Iraqê meşiyan

4 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (309)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne