• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Cizîra Botan ji bo Rojava dimeşe

    Gelê Cizîra Botan ji bo Rojava dimeşe

    QSD: Hêzê Hukmatê Demkî ganê sîvîlan dekeno talûke

    Çeteyên HTŞê li Reqayê êrişî şervanên HSDê kir

    Bi girseyî serdana şîna Celal Amed hate kirin

    Bi girseyî serdana şîna Celal Amed hate kirin

    HSD: Duh 9 çete hatin kuştin

    HSD: Şam peymanan binpê dike

    Heyetê DEM Partî şi Îmrali

    Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê Cizîra Botan ji bo Rojava dimeşe

    Gelê Cizîra Botan ji bo Rojava dimeşe

    QSD: Hêzê Hukmatê Demkî ganê sîvîlan dekeno talûke

    Çeteyên HTŞê li Reqayê êrişî şervanên HSDê kir

    Bi girseyî serdana şîna Celal Amed hate kirin

    Bi girseyî serdana şîna Celal Amed hate kirin

    HSD: Duh 9 çete hatin kuştin

    HSD: Şam peymanan binpê dike

    Heyetê DEM Partî şi Îmrali

    Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

Amed / AW

17 ÇILE 2026 - 13:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn li Amedê li dar xist. Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser geşedanên li her çar aliyên Kurdistanê û got: “Roj roja xîret û xebatê ye. Dermanê me yê herî mezin yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Em ê bi ruhê yekîtiyê bi ser bikevin” Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Li eywanên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî, Tirkî, Suryankî, Ermenkî û Erebî pankarta “Em ê bi ruhê yekîtiyê bi ser bikevin” û bi zaravayên kurmancî û yên kirmanckî pankartên “Yekitîya demokratîk bingeha neteweya demokratîk e”, “Yekîtî bingeha azadiyê ye”, “Bi yekîtî bikin xebat ji bo azadiya welat”, “Ziman hebûn û rûmet”, “Yekitîyê ava bikin ala azadiyê bilind bikin” hatin daliqandin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, rêveber û nûnerên saziyên pêkhateyên Înîsiyatîfê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş ên demekê li Girtîgehê Îmraliyê hatin ragirtin, parlamenterên DEM Partiyê di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin tev li civînê bûn.

Bername bi diyarkirina dîwanê û ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Dû re têkildarî xebatên înîsiyatîfê sînevîzyonek hate nîşandan.

Pişt re endama dîwanê Dîba Keskîn peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwend.

‘Ev pêvajo ji bo dewletê şansekî dawî ye’

Veysî Aktaş ê ku ji Zindana Îmraliyê ji cem Abdullah Ocalan hatibû berdan destnîşan kir ku ev pêvajoya heyî ji bo dewletê şansekî dawî ye û wiha got: “Weke Serokatî got heke ev pêvajo bi aştiyê encam nebe dê Xezayên nû çêbibin.” Veysî Aktaş bi lêv kir ku xebatên înisiyatîfê dê ji bo yekîtiyê roleke girîng bilîzin û wiha domand: “Înîsiyatîf dê ji bo avakirina civaka demokratîk, demokratîkkirina dewletê dê roleke girîng bilîze. Heke em nekin, daxwazeke dewletê ya demokratîkbûnê nîne. Ji ber vê yekê înîsiyatîf ji bo demokratîkbûna dewletê roleke girîng dilîze û ev dê pêvajoyê bi pêş ve bibe. Hêvî û daxwaziya me jî ev e. Dikare di çareserkirina pirsgirêkên civakî de jî rolekê bilîze. Divê rêgezên neteweya demokratîk esas were girtin.”

‘HTŞ DAIŞ e, em hêzên ku piştevaniya wan dikin şermezar dikin’

Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û bal kişand ser êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û got: “Her çiqas navê wê HTŞ jî be em dizanin DAIŞ e, ew hêzên ku piştevaniya van dikin şermezar dikin. Hiş û mejiyê me li gel gelê Rojava ye. Ew êriş ne tenê li ser taxên Kurdan, li dijî paradîgmaya pir netewî pir olî hatin kirin.” Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser geşedanên li Kurdistanê û wiha domand: “Niha li Kurdistanê pir tişt diqewimin. Heta îro atmosfereke erênî derketibû holê. Li aliyê Rojava me behsa entegrasyonê dikir. Niha li Rojhilat tiştên nû diqewimin. Gel li Rojhilat jî wan binpêkirinan qebûl nake û rêya azadiyê dest pê kiriye. Em dixwazin her beşên Kurdistanê kîjan bawerî, ol û nasname be bikarin jiyaneke hevpar bimeşînin. Tirkiye behsa pêvajoyekê dike dibêje ez ê aştiyê pêk bînim. Em weke înîsiyatîfa bang li Tirkiyeyê dikin heke tu li vir behsa aştiyê bikî tu nikarî li aliyê din ê sînor êriş bikî. Em xwişk û birayê hev in. Divê Tirkiye piştgiriyê nede HTŞê guh bide gelê Kurdistanê û mafên gelên Kurd li ber çavan bigire. Dema êriş li Rojava bûn li Bakur jî piştgirî hate kirin. Li Başûr birêz Barzanî birêz Bafil û Kubat Talabanî piştgirî dan. Kengî gelê Kurd li ser yekîtiyê xebatên xurt bimeşînin hişmediya serdest êriş dike. Dermanê me yê herî mezin yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Divê ev sedsal bibe sedsala gelê Kurd û Kurdistanê.”

‘Xelasiya me yekîtiya me ye’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît qala xebatên înisiyatîfê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xelasiya me yekîtiya me ye. Hebûna me yekîtiya me ye. Dema xebatên yekîtiyê xurt dibin êrişa netew dewletan cuda cuda derdikevin holê. Mixabin di salên dawî de pirsgirêkên civakî her ku diçe zêde dibin. Em dixwazin ev pirsgirêk di pêşengtiya me de bên çareserkirin. Li ku derê Kurdek Kurdistaniyek hebe bila werin di bin vê sîwanê de cihê xwe bigirin û em bingeha yekîtiya neteweyî ava bikin. Divê em piştgiriyeke xurt bidin Rojava. Her çiqas fikr û ramanên me cuda bin jî derde me yek in. Ji ber em Kurd in û Kurdistanî ne mafên me tên binpêkirin. Dermanê me yekitî ye. Roj roja xîret, xebat û yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

‘Yekîtiya neteweyî ji nan û avê girîngtir in’

Piştre Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç axivî. Mehmet Kamaç qala xebatên Înîsiyatîfê kir û bang kir kubanekî hevpar ava bikin. Mehmet Kamaç anî ziman ku dê xebatên xwe yên Înîsiyatîfê di bingeha Kongreya Neteweyî de bidomînin. Mehmet Kamaç qala êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê kir û destnîşan kir ku her du taxan 6 rojan li hemberî 2 dewletan berxwedaneke bêhempa nîşan da û da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ji 200 kesan pêk dihatin li dijî artêşeke ji 40 hezar kesan pêk dihat têkoşiya. Mehmet Kamaç anî ziman ku Bakur, Başûr her der ji bo Rojava rabû ser pêyan û wiha got: “Me di rojên dawî de dît ku gelê Kurd çawa li Bakur, Başûr û Rojava li dijî êrişan dibin yek.” Mehmet Kamaç ku bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” anî ziman ku bi hêvî ne ku dê ev pêvajo bi encam bibe û bi lêv kir ku xebatên wan ên têkildarî pêvajoyê didomin. Mehmet Kamaç destnîşan kir ku di sedsala 21emîn de yekitiya neteweyî ji bo gelê Kurd ji nan û avê girîngtir e.

‘Heke em nebin yek dê zordariya dewletê berdewam bike’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî axivî û ewil di kesayeta Ziyad Heleb û Denîz Çiya de cangoriyên Helebê bi bîr anî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar piştgiriya dewleta Tirk a li çeteyan rexne kir û wiha got: “Çi kare dewleta Tirk li Sûriyeyê heye. Dibêje bila Kurd li tu cihan mafên xwe bi dest nexin û hebûna wê ya li Sûriyeyê ew e ku gelê Kurd mafên xwe bi dest nexin. Li dijî van êrişan yekitî ji bo me ferz e. Heke em nebin yek dê zordariya dewletê berdewam bike.”

‘Em bi yekîtiyê dikarin aştî û azadiyê pêk bînin’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku li erdnîgariya lê dijîn pir ziman û çand hene û wiha domand: “Dewlet van pirrengan tune dihesibîne. Tevgera Azadiyê di vî warî de pêşketinên gelek muhîm bi dest xistin. Niha di nava sazî û partiyên me de tu ferq nîne. Ya ku ji azadiya me re xizmetê bike yekîtiye. Heke Bakur di bin zilmê de be dê Başur û Rojava jî di bin zilmê de be. Çar beşên Kurdistanê yek in. Dewletên neteweyî bi hemû zilma xwe nikarin me ji hev veqetînin. Karê esasî pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Encax bi yekîtiyê em dikarin aştî û azadiyê pêk bînin. Kar û xebatên Înîsiyatîfê gelek giran e. Heke êrişek çêbû ne hewce ye em li benda tevgera azadiyê bin her kes li cihê ku lê bersivekê bide êrişan. Îro li Başûr li Rojava li Rojhilat hemû dinya denge Kurdan dibihîse herkesê hêza Kurdan jî dît. Dewleta Tirk dixwaze Sûriyeyeke girêdayî xwe ava bike. Dibe ku fikr û ramanên me cuda bin lê divê ji bo yekîtiyê em bibin yek. Divê li gorî perspektîfa Serok Apo ya 27ê Sibatê tevbigerin û ji bo serkeftina wê têbikoşin.”

‘Di pêvajoyê de bêbaweriyek heye’

Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî ku ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar e jî bal kişand ser pêvajoya heyî û diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” berdewam bike. Ruştu Tiryakî destnîşan kir ku di pêvajoyê de bêbaweriyek heye û qala gavên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtî kirin û got: “Li aliyê din hikumet û dewlet tu gavan naavêje. Pirsgirêka herî mezin ev e. Li Meclisê komîsyonek hate avakirin, çû bi birêz Ocalan re hevdîtin kir û di rojên pêş de dê raporeke encamê aşkere bike. Ji bo ku hemû beşên civakê baweriya xwe bi vê pêvajoyê bînin divê desthilat gavan biavêje.”

‘Tu Kurd dê komkujiya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bîr nekin’

Ruştu Tiryakî bal kişand ser êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û wiha got: “Heke hûn tehamula gelê Kurd a li Helebê nekin em ê çawa bi hev re bijîn. Ev yek ji hişê Kurdan naçe. Wêneyên ku Îlham Ehmed parve kirin tu Kurd ji bîr nakin. Tu Kurd dê vê komkujiyê ji bîr nakin. Em ê bêjin demokrasî û jiyana bi hev re lê em vê ji bîr nakin.” Ruştu Tiryakî anî ziman ku xebatên Înîsiyatîfê gelek girîng in û destnîşan kir ku heke bibin yek dikarin xwedî li mafên xwe derkevin.

Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî axivî û bal kişand ser cureyên yekîtiyê. Ayetûllah Aştî bal kişand ser pêvajoya heyî û destnîşan kir ku divê yekîtiya neteweyî were avakirin.

‘Ev pêvajo yekîtiyê li me ferz dike’

Ji Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Kazim Tûrhal destpêka axaftina xwe de êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şermezar kir û got: “Gelê me dê dîsa bi tîpên zêrîn berxwedana xwe binivîse. Bila dewletên piştevaniya van êrişan dikin bizanibin ku gelê Kurd têk naçe. Sînorên Kurdistanê ji bo gelê Kurd bêwate maye. Kurdan bi Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat re yekîtiyek çêkiriye. Ev pêvajo yekîtiyê li me ferz dike.”

‘Yekîtî me zindî dihêle’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn axivî û got: “Kesên dixwazin axa Kurdistanê ji Kurdan bistînin bila bizanin gelê Kurd ne ax e, av e. Dema ew av tune be dê ew ax bibe çol hûn ê di wê çolê de bifetisin. Em ê wê axê ji bo hemû mirovahiyê bikin jiyan. Vê înîsiyatîfê jî ji bo me Kurdan weke avê dibinim. Av zindî dike. Yekitî me zindî dihêle. Hewce ye em li ava xwe xwedî derkevin. Ya ku me tîne bahev dû jî yekîtiya me ye. Dema yekîti tune me em weke axa çolistanan qirêj dibin. Em av in ne ax in. Em tune bin dê tu kes tune be.”

‘Hûn di nava xwe de çiqas yekîtiya xwe ava dikin?’

Delegeya Înîsiyatîfê siyasetmedar Mulkiye Bîrtane axivî. Mulkiye Bîrtane qala girîngiya yekîtiyê kir û got: “Tenê pirseke min heye. Dixwazim kesên ne li vir vê pirse jî kesên ne li vir bikin. Hûn di nava xwe de çiqas yekîtiya xwe ava dikin? Hûn çiqas demokrat in? Hûn çiqas vê demokratîkbûnê li hember hevalên di nava saziyên we de ne pêk tînin?”

Civîn bi axaftinan berdewam kir

Civîn bi axaftinên delege û endamên sazî û dezgehên sivîl ên civakî û partiyên siyasî berdewam kir. Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Dawiya civînê jî dê encamnameya civînê ji raya giştî re bê parvekirin.

Etîket: Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz SayyîgîtHevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet KamaçÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkYekîtiya Neteweyî ya Kurdî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalanî ra seba 25ê Teşrîna Peyêne mesaj

Abdullah Ocalan: Yekîtiya demokratîk dikare pirsgirêka Kurd çareser bike

17 ÇILE 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Amedê dicive

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Amedê dicive

14 ÇILE 2026
Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Em li dijî êrişan yekîtiya xwe ava bikin

Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Em li dijî êrişan yekîtiya xwe ava bikin

13 ÇILE 2026
‘Armanc ruxandina pergala demokratîk a Rojava ye’

‘Armanc ruxandina pergala demokratîk a Rojava ye’

11 ÇILE 2026
Li Îranê xwepêşandan berfireh dibin

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê Îran guh bide daxwaza hemû gelan

5 ÇILE 2026
‘Dewlet bi destê eşîran şerê taybet dimeşîne’

‘Dewlet bi destê eşîran şerê taybet dimeşîne’

5 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (602)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne