Îran hişyarî da ku ger êrişên Îsraîl û DYAyê dewam bikin ew ê hemû navendên aborî yên li Rojhilata Navîn bikin armanca êrişên xwe.
Generalê Pasdarên Îranê Îbrahîm Cebarî hişiyarî da ku ger êrişên Amarîka û Îsraîlê dewam bikin wê Îran hemû navendên abûrî yên li Rojhilata Navîn bombebaran bike. Cebarî got: ”Em ji dijmin re dibêjin ger ew biriyara armanca navendên me yên sereke bikin emê jî hemû navendên aborî yên li herêmê bikin armanc.”
Cebarî anî ziman ku wan deriyê Hurmuz girtiye. Niha bihayê petrolê 80 dolar e, wê nêzîk bigihîne 200 dolarî”.













