Fermandariya Hêzên Deryayî ya Muhafizên Şoreşê ya Îranê got: “Pergala Tengava Hurmuzê dê venegere rewşa berê, bi taybet jî ji bo Amerîka û Îsraîlê.”
Fermandariya Hêzên Deryayî ya Muhafizên Şoreşê ya Îranê, têkildarî rewşa Tengava Hurmuzê li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dê pergala Tengava Hurmuzê venegere rewşa berê. Bi taybet jî ji bo Amerîka û Îsraîlê.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku amadekariyên operasyonî yên pêşnûmeya “pergala nû ya ji bo Tengava Basrayê” ya ji hêla rayedarên Îranê ve hatibû ragihandin di qonaxa dawî de ye.













