Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê daxuyandin ku wan bi moşek û dironan êrişî 3 baregehên Amerîkayê yên li Başûrê Kurdistanê û Kuweytê kirine. Herwiha pastarên Îranê gefa kuştinê li Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu xwarin.
Pasdarên rejîma Îranê destnîşan kir ku wan di çarçoveya Operasyona Leşkerî ya Pêla 52yan bi dron û moşekan êrîşî Îsraîlê û baregehên Amerîkayê kirine. Li gorî daxuyaniyê, li Başûrê Kurdistanê baregehek leşkerî û li Kuweytê jî 2 baregehên Amerîkayê hatine hedefgirtin. Lê li gor agahiyên ji Herema Kurdistanê hatine dayîn êriş li dijî sivîlan pêk hatiye û li mala welatiyeke Kurd zirara madî çêbûye.
Gefa kuştinê li Netanyahû xwarin
Pasdarên rejîma Îranê gefa kuştinê li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwarin
Hêjayê gotinê ye ku heta niha hêzên leşkerî yên rejîma Îranê rasterast gefa kuştinê li dijî Îsraîlê nexwaribû. Lê belê Îsrîlê her carê rasterast gefê kuştinê li rayedarên payebilind ên Îranê xwar û bi awayekê jî rayedarên ku gef li wan xwaribû hedef girt.













