Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê, Rejîma Îranê di 2024an de li 11 welatî û çalakvanên siyasî yên Kurd cezayê darvekirinê birî. Rejîma Îranê dîsa di 2024an de 132 girtiyên kurd bi darve kirin.
Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê di derbarê amarên sala borî yên cezayên darvekirin û birîna cezayên darvekirinê yên li ser girtiyên Kurd ên di girtîgehên Îranê de raporek belav kir. Li gor raporê, di sala 2024an de Rejîma Îranê li 11 welatî û çalakvanên siyasî yên Kurd cezayê darvekirinê birîn. 8 ji wan metirsiya pêkanîna cezayê darvekirinê li ser hene.
Di raporê de hat diyarkirin di sala 2024an de 132 girtiyên kurd di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku 132 girtiyên kurd ên hatine darvekirin, bi tometên cûda yên wekî, madeyên hişber, kuştina bi zanebûn û tevlîbûna xwepêşandanên serhildana ‘jin jiyan azadî’ hatine darvekirin.