Îro danê sibehê bi çend dronên xwekuj êrişî ser baregeha li Zirguwêz ya li sînorê Silêmaniyê hate kirin û di encamê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û pêşmergeyek birîndar bû.
Rejîma Îranê erişî baregeha Komele kir. Çavkaniyek ji Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê-Îran ku nexwest navê xwe eşkere bike, têkildarî êrişek nû li ser hêzên wan, zanyariyan ji Rojnewsê re ragihand.
Çavkanî diyar kir ku îro danê sibehê bi çend dronên xwekuj êrişî baregeha hêzên wan ên li Zirguwêz ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.
Heman çavkanî da zanîn ku di encama êrişê de pêşmergeyek bi navê Umêd Weysî jiyana xwe ji dest da û pêşmergeyek din jî birîndar bû.
Hêjayî gotinêye ku ji destpêka şerê Amerîka û Îranê ve, gelek caran baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi dron û muşekan hatine hedef girtin. Di van êrişan de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û 3 pêşmerge jî birîndar bûne.













