Îranê cardin bi dronan êrişî Kampa Surdaş ku malbatên pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşana Kurdistanê tê de ne, kir.
Êrişên rejîma Îranê yên li ser Kurdan didomin. Îro cardin supayê Pasdarên Îranê bi dronan, êrişî Kampa Surdaş ya li bajarokê Dukana ser bi Silêmaniyê ve kir. Hêjayî gotinê ye Kampa Surdaş a li Dukanê cihê malbatên pêşmergeyên Partiya Zehmetkêşana Kurdistanê ye. Derbarê ziyanên êrişê de agahiyên zelal nehatin bi des xistin.













