Li gorî agahiyên nûçeya Reutersê Îranê li xwe mikûr hatiye ku wan 5 hezar xwepêşander kuştine û piraniya wan jî li herêmên Kurdan in.
Ajansa Reutersê derbarê mikurhatina rayedarên Îranê ya li ser hejmara xwepêşanderên di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine kuştin nûçeyek parve kir. Li gorî agahiyên nûçeyê berpirsên rejîma Îranê li xwe mikûr hatine ku wana 5 hezar xwepêşander li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kuştine. Tê gotin herî zêde xwepêşander li herêmên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, desthilatdarên Îranê xwepêşanderan weke ‘terorîst’ pênase dikin. Li gorî agahiyên rêxistina HRANA’yê belav kirine, ji destpêka xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an destpêkirine heta îro, 24 hezar 669 kes hatine binçavkirin. 3 hezar 919 kes hatine kuştin, 2 hezar û 109 kes jî birîndar bûne.













