Îranê ragihand ku kuştina 9 rayedarên xwe yên payebilind ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane ragihand.
Ajansa nûçeyan a Tasnimê ku bi Hêzên Parastina Şoreşê (Sepahê Pasdaran) ve girêdayî ye, ragihand ku di encama êrişên dawî de 9 rayedarên payebilind ên leşkerî yên Îranê hatine kuştin. Di daxuyaniya ku ajansê belav kir de hate diyarkirin ku kuştin di çarçoveya êrişên li ser navendên leşkerî û ewlehiyê de qewimîne. Li gorî ajansê kesên jiyana xwe ji dest dayîn wiha ye;
Cîgirê Serokê Îstîxbaratê ya Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Saleh Asadi Serokê
Rêxistina Îstîxbaratê ya Farajah Gholamreza Rezaian Serokê Ofîsa Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Mohammad Shirazi
Cîgirê Serokê Amadekarî û Piştgiriyê ya Hêzên Çekdar Mohsen Darehbaghi
Cîgirê Serokê Ofîsa Serfermandariya Giştî Akbar Ebrahimzadeh
Serokê Beşa Planandin û Operasyonan a Cîgirê Operasyonan ya Serfermandariya Giştî Bahram Hosseini Motlagh
Serokê Beşa Amadekarî ya Serfermandariya Giştî Hassanali Tajik
Navê 9 rayedaran hatibû aşkerakirin
Di êrişên roja yekemîn de jî ligel Serokê Olî Alî Xamaney jî di nav de gelek rayedarên payebilind jiyana xwe ji dest dabûn. 9 kesên jiyana xwe ji dest dabûn ev bûn;
Baregeha FATEB (Fermandariya Ewlekariya Mezin a Tehranê)
Baregeha FARAJA (Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariyê yên Îranê)
Baregeha Sepahê Pasdaranê li Tehranê (Hêzên Parastina Şoreşê)
Baregeha Hevbeş a Sepahê Pasdaranê
Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê
Sazîya Seda û Sima (Radyoyê û Televîzyona Dewletê ya Îranê)
Baregeha Sarallah (Bingeha Sepahê ku berpirsê ewlehiya Tehranê ye)
Kompleksa Şehîd Dakayiki (Cihê rûniştinê / kompleksa lojîstîk a leşkerî)
Rêxistina Îstîxbaratê ya FARAJA (Sazîya îstîxbaratê ya hêzên ewlekariyê)













