Îranê bi moşek û dronên xwekujî li Baregeha Hewayî ya El Udeîd ya DYAyê da.
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di rojan 6an de didome. Îranê di çarçoveya bersivdayînê de Baregeha Hewayî ya El Udeîd ya DYAyê ku li Qeterê ye, bi moşekên balîstîk û dronên xwekuj hedef girt. Di encama êrişan de li baregeha herî mezin a DYAyê li Rojhilata Navîn tê zanîn, xisara madî pêk hat. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê ji ber ku DYAyê personelê xwe ji baregehê derxistiye tu jiyanek mirovî pêk nehat.
Êrişên Îranê ligel ku li gorî rojên ewil gelek kêmbûne jî bi navber didomin.













