Îranê bersîv da Îsraîlê û bi fuzeyan li Tel Avivê xist. Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî kêm 40 kes birîndar bûn.
Dewleta Îranê li dijî êrîşa Îsraîlê ku di 13ê Hezîranê de pêk hat, bersîv da û bi fuzeyên balîstîk li Tel Avîvê xist.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Îranê nêzî 100 fuzeyên balîstîk avêtine Îsraîlê û gelek ji wan li hewa tune kirine. Hat ragihandin ku Îranê li Tel Avîvê xist û di encamê de nêzî 40 kes birîndar bûne. Êrîşên Îranê yên li dijî Îsraîlê didomin. Tê diyar kirin ku Artêşa Îsraîlê fuzeyên Îranê li hewa tune dike.