Êlih – Çil sal bi ser şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ê Tevgera Azadiyê Mahsum Korkmaz (Egîd) re derbas bû. Ew di têkoşîna gelê Kurd de bi fedakarî û wêrekiya xwe tê nasîn. Birayê wî Fehmî Korkmaz diyar kir ku îro gelê Kurd têkoşîn û berxwedana wan a azadiyê mezin kiriye û navê Egîd li milyonan zarokên Kurd hatiye kirin.
Yek ji pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û fermandarê Pêngava 15ê Tebaxa 1984an Mahsûm Korkmaz (Egîd), di 28ê Adara 1986an de di encama kemînekê de li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê jiyana xwe ji dest da. Bi ser şehadeta Egîd re 40 sal derbas bûn. Egîd di nava gelê Kurd de yek ji fermandarên efsanewî tê naskirin û navî wî li gelek zarokên Kurd hate kirin. Egîd di sala 1956an de li gundê Gulîzera yê navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik dibe. Malbat di sala 1970î de koçî Êlihê dike. Xwişka Korkmaz a mezin Meryem Korkmaz li Êlihê bi Hozan Mizgînê re di nava xebatên partiyê de cih girt û gava di Îlona 1980yî de belavok belav dikirin rastî êrişa çekdarî hat. Meryem Korkmazê ku li Taxa Aydinlîkevlerê hat astengkirin, teslîmiyetê qebûl nekir û çalakiya fedaî pêk anî. Birayê Egîd Veysel Korkmaz (Egîdê Biçûk) di sala 1991ê de tev li nava refên PKKê bû û di 3yê Hezîrana 1995an de li Çiyayê Helqîs ê Sasonê tevî 28 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Bav Şehmûz Korkmaz jî di sala 1985an de li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê piştî îşkenceya 50 rojan jiyana xwe ji dest da.
Birayê Egîd, Fehmî Korkmaz bi boneya salvegera şehadeta wî ji ajansa me re axivî. Fehmî Korkmaz, qala zarokatiya Egîd, tevlibûna wî ya nava refên gerîla, têkiliya wî ya bi derdorê re û hevalên wî kir.

‘Mazlûm Dogan hate Êlihê û ew bi rêxistin kir’
Fehmî Korkmaz diyar kir ku beriya Egîd Partiya Karkerên Kurdistanê nas bike, yek ji kadroyên pêşeng ê Tevgera Azadiyê, Mazlûm Dogan hatiye Êlihê ew bi rêxistin kiriye û got: “Em beriya salên 1970î li navçeya Farqînê bûn. Pişt re bi malbatî derbasî Êlihê bûn. Bavê min li wir karê firotina amûrên senayiyê dikir û hotela me hebû. Êdî Egîd li wir dest bi xwendina dibistanê kir. Wê demê jî gelek fraksîyonên Kurdan hebûn, lê Egîd hê endamê tu koman nebû. Lê têkiliyên wan û Egîd bi hev re hebûn. Êdî hêdî ew komên Enqereyê ber bi Kurdistanê ve dihatin û navê wî jî bihîstibûn û bala wî jî dikişand. Beriya tevan hevalê Hakî Karer tê Êlihê, ji bo ku wê komê û Egîd nas bike. Pişt re derbasî Dîlokê dibe û piştî wî hevalê Mazlûm derbasî Êlihê bû hate mala me jî. Wê demê kesên ku dibistan dixwendin hema bêje wan hemûyan jî hevdû nas dikirin, ji ber ku Êlih cihekî biçûk bû. Êdî hevalê Mazlûm tê ji wê komê dipirse û dibêje ‘ez dixwazim Mahsûm Korkmaz nas bikim.’ Pişt re Egîd tê malê jê dipirse û bi wî awayî têkiliyên wan çebûn. Weke mêvandarî hatibû Êlihê lê bi xwe re gelek ciwan qaneh û rêxistin kir. Gelek kesên herêmê li hevalê Mazlûm guhdar dikirin.”
‘Pêngava 15 Tebaxê ji her kesî re bû bersiv û mîladeke nû’
Fehmî Korkmaz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê xwedî li rêya ku Egîd û hevalên wî dane meşandin derkevin û wiha axivî: “Îro di valahiyê de ne û em karê xwe bi rêk û pêk nakin. Divê em jî li gora wê keda wan ji dozê re bibin layîq û bersiv. Her wiha wê demê darbe hebû û şert û mercên wê demê gelek dijwar bûn. Êdî Egîd, Kemal Pîr û komek hevalên xwe weke 7 mehan çûn perwerdehiyê û vegeriyan. Dema ku hatin jî li herêmê hinek civînên wan çedibûn. Û wê demê dîsa jî di nava hin fraksîyonên Kurdan de pevçûn hebûn lê bernameyên wan ên ewil ew bûn ku wan pevçûnan ji holê rakin. Haya wan ji darbeyê jî hebû ku ew ê li Tirkiyeyê darbe çêbibe. Her wiha ew pêngava 15ê Tebaxê jî amadekariya destpêka şerê çekdarî bû. Û di wê navberê de em jî girtî bûn, me şehadeta hevalê Mazlûm piştî du mehan bihîst. Ew derfetê me yê ku em bikaribin bi hev re têkilî deynin tune bû. Dema çûyîn û hatina parêzer û malbatan me hev didît. Lê Egîd ji me re agahî şandibû digot, em ê êdî dest bi çalakiya xwe bikin û heyfa bav û kalan hilînin. Her çiqas zîndan ew qas wehşet bû jî, ew qas jî berxwedaneke mezin lê hebû. Pêngava 15 Tebaxê ji her kesî re bû bersiv û mîladeke nû. Dewlet di wê navberê de matmayî mabû ku nizanibû wê çi bike.”

‘Îro navê Egîd li zarokên Kurd hate kirin’
Herî dawî Fehmî Korkmaz bi bîr xist ku dema Egîd jiyana xwe ji dest daye zêdetirî 10 salan bû ku hevdu nedîtibûn û wiha got: “Hem di zindanê de tundiyê li ser me dikirin û ji aliyekî ve li gundan, navçe û bajaran tundiya li ser Kurdan dijwartir bû. Herî dawî di sala 1986an de gelek operasyonên dijwar dihatin kirin. Wê demê digotin komek ketiye kemînê û ew qas jî rêxistinê hêzên xwe li herêmê bi cih kiribûn. Di wê navberê de me jî şehadeta Egîd bi awayekî fermî bihîst. Hatibûn hemû malbat biribûn Sêrtê. Cenazeyê wî ji Gabarê anîbûn Fermandariya Leşkeran a Sêrtê, li wir teşîsa wî dikirin. Agahî dan min jî, wê demê ez jî 10 sal bûm ku girtî bûm. Me êdî wî nas nedikir ji ber ku demekî dirêj bû me hev nedîtibû û malbatê jî bi heman awayî wî nasnedikir. Li ber çavên malbatên radibin heqaretê li cenazeyê wî dikin. Li wir jî wî gule baran dikin û li malbatê dixin. Êdî li wir agir berî cenazeyê wî didin, di şewitînin û me ew ji tiliya wî nas kir. Ji ber tiliya wî ya şehadetê dema ku zarok bû jêbibû. Ji wê rojê heta îro navê Egîd li hezaran, li hevalên wî û li zarokên Kurd hate kirin. Kurd êdî bi berxwedana xwe bi ser dikevin. Kurdan xwe bi lehengiyê îfade kiriye. Panzehîra vê yekê yekîtiya gelê Kurd e.”












