• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Îslam di bingeha xwe de oleke azadî, edalet û wekheviyê ye’

Nûda Arici - Onder Akbûlût / AW

7 ÇILE 2026 - 10:16
Kategorî: ROJANE
A A
Wan – Mele Kerem Yilmaz û Mele Osman Kaya derheqê Îslama demokratîk de axivîn û gotin: “Xwedayê ezîm dibêje ey gelî însanan hûn temam bi hev re bikevin nava edaletê, başî û xweşiyê. Karê we edalet e, başî û wekhevî ye. Xwedayê ezîm emir kiriye ku em ji zilmê û xirabiyê dûr bisekinin.”

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku 27ê Sibata 2025an bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan dest pê kir de, gelê Kurd bi sazî û dezgehên xwe hewl dide di hemû qadên jiyanê de bi feraseteke demokratîk xwe rêxistin bike. Di vê çerçoveyê de alim û zanyarên olî jî di 25ê Kanûna 2025an de li Amedê yekemîn kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê li dar xist. Her wiha federasyonê li Amed, Batman, Mûş, Wan, Gever, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê jî şaxên xwe ava kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî peyamek şandibû kongereya federasyonê. Ocalan di peyama xwe de bil kişandibû ser rastiya Îslamê û gotibû: “Îslam, di bingeha xwe de, oleke azadî, edalet û wekheviyê ye. Îslama fermî ya dewletê, an jî cemaat û tarîqatên ku modernîteya kapîtalîst veguherandine amûrên desthilatdarî û talanê, ev eslê xwe winda kirine. Lêbelê, Îslama demokratîk tê wateya vegera bo giyanê Peymana Medîneyê. Ew belge peymaneke ji bo hevjiyana azad û bê zordarî ya bawerî, gel û çandên cuda.”

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê ya Şaxa Wanê Mele Kerem Yilmaz û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Komeleyê Mele Osman Kaya derheqê cewherê Îslamiyetê û Îslama demokratîk de ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Ummet ji ummê tê wateya wê dayik e’

Hevserokê Komeleyê Mele Kerem Yılmaz bal kişand ser ayeteke Quranê ku behsa edaletê dike û got: “Xwedayê ezîm dibêje ey gelî însanan hûn temam bi hev re bikevin nava edaletê, başî û xweşiyê. Karê we edalet e, başî û wekhevî ye. Karê we rastiya însaniyet û Îslamiyetê ye. Van ji me re emir dike. Mela Kerem Yilmaz îşaret bi hedîsekî kir û da zanîn ku Hz. Muhammed dibêje; ‘Xweda ez şandim ku exlaqê her tiştî binecîh bikim’ û got: “Hz. Mûhamaed Îslam anî, exlaq anî. Berî Îslamiyetê însan wek heywanan dihatin kirîn û firotin. Di dewra Hz. Mûhammed de ev tişt ji holê hatin rakirin. Hiqûqa jinan, zarokan, însanan hat avakirin. Hz. Muhammed di hadîsekî de dibêje ‘bihûşt di bin piyê dayikan de ye.’ Ji civakê re jî dibêje ummet. Ummet ji ummê tê wateya wê dayik e.”

Îslama niha Îslama Emewiyan e

Mele Kerem Yilmaz da zanîn ku piştî wefata Hz. Muhammed ola Îslamê ketiye bin destê siltanên desthilata Emewiyan û got: “Bi desthilatdariya Emewiyan re ola Hz. Mûhmmed ji holê hate rakirin, ola desthilatdariyê hat avakirin. Ew ol heta îro jî berdewam dike. Ola civakî ji holê rakirin ya siyasî danîn şûna wê. Lewra evqas kuştin, xerabî, nebaşî çêdibe. Heke ku ola rasteqîn, ya heqîqî ya ku xweda ji însanan re emir dike li holê hebûya ev tiştanan ew qas nediqewimîn.”

Kerem Yilmaz bal kişand ser Hevpeymana Medîneyê û diyar kir ku ev hevpeyman li ser bingehê wekhevî û xwişk û biratiya gelan hatiye amadekirin û tenê ji bo mislimanan na, ji bo hemû însanan e. Yilmaz da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan 15 sal berê pêşniyar kir ku alimên Kurd xwe rêxistin bikin û got: “Lazim e em li cem xelkê xwe bin, bi temamî girseya aliman û zanyarên olî di nav gele xwe de bin. Rastiya dîn ji gele xwe re bibêjin. Ji bo vê jî me komeleya xwe ava kiriye, em hewl didin bibin melhem, bibin derman ji gelê xwe re.”

Yên ku zimanê gelekî înkar bikin ne misliman in

Kerem Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên desthilatdaran yên înkar û asimilasyonê û bi lêvkir ku kesên ayetên xwedê înkar bikin ne misliman in û axaftina xwe wiha qedand: “Xweda di qurana pîroz de dibêje çawa ku erd û esman ayetên xwedê ne cudabûna zimanan jî ayetên xwedê ne. Em dibêjin kîtab- zixîr û kîtab- kebîr. Kîtab-i zixîr qurana pîroz e, kîtab-i kebîr kâinat e. hemû tiştên ku xwedê afirandine ayetên xwedê ne. Ew kesê ku ayetên xwedê înkar bike jî ne misliman e. Di Îslamiyetê de biratî ew e ku hemû mirov nirx û cudahiyên hev qebûl bikin. Îro em rabin zimanê Tirkan yan jî yê Ereban înkar bikin em dibin kafir, em înkar nekin lê nehêlin bi zimanên xwe biaxivin em dibin zalim. Ew jî zimanê me wisa bikin, dibin kafir û zalim, mafê yekî ji yê din zêdetir be di wir de biratî tune ye.”

‘Xweda ji bo me edaletê emir dike’

Mele Osman Kaya jî da zanîn ku demokrasî têgeheke ewropiyan e, Îslamiyet jî têgeheke Ereban e û armanca her duyan jî pêk ve jiyan e û got: “Kengê ku em Îslama demokratîk pêk bînin, her me yek dê heqê xwe bizanibê, binase û xwedayê xwe binase. Îsalam ne tene nimêjkirin, zekatdayin û çûyina hecê ye. Îslamiyet tê wateya teslîmbûna xwedê, xweda ji bo me edaletê emir dike. Mesele ne ew e ku em bibêjim em mislimanin, tenê bi gotinê nabe, xweda edaletê emrî me dike. Xwedayê ezîm emir kiriye ku em ji zilmê, fehşayê û xirabiyê dûr bisekinin. Heke ku em vêya pêk bînin em ê Îslama demokratîk jî pêk bînin.

Etîket: Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qada Pirsûsê bi diayan piştgiriya Kobanê kirin

Li Qada Pirsûsê bi diayan piştgiriya Kobanê kirin

6 SIBAT 2026
‘Divê ev peyman bibe mayîndekirina aştî û azadiyê’

‘Divê ev peyman bibe mayîndekirina aştî û azadiyê’

1 SIBAT 2026
Federasyona Meleyan: Dorpêça li ser Kobanê zilm û zordestî ye

Federasyona Meleyan: Dorpêça li ser Kobanê zilm û zordestî ye

31 ÇILE 2026
Hevserokê Federasyona Îslamî: Divê em xwedî li Serok û pêvajoyê derkevin

Hevserokê Federasyona Îslamî: Divê em xwedî li Serok û pêvajoyê derkevin

26 KANÛN 2025
‘Lazim e em Serokatî bi tenê nehêlin, yekîtiya xwe pêk bînin’

‘Lazim e em Serokatî bi tenê nehêlin, yekîtiya xwe pêk bînin’

25 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (394)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne