Artêşa Îsraîlê îro aşkera kir ku hêzên wan ên hewayî êrîş birine ser tesîseke nukleerî yê li Îranê û di êrişê de derbeke mezin li tesisê xistine.
Artêşa Îsraîlê îro li ser mijara tesîsa nukleerî ya li Îranê daxuynî da. Di daxuayinê de diyar kir ku hêzen wan ên hewayî di Cotmeha 2024an de li tesîsa “Taleghan 2” dabûn û wêran kiribûn. Di agahiyê de tê destnîşankirin ku wan wêneyên di ser Satalaytê de şopandine ku Îran heman tesîsê ji nû ve ava dike. Artêşa Îsraîlê aşkera kir ku hêzên wan ên hewayî di rojên dawî de li heman têsisa nukleerî dane û tesisa nûkleerî hilweşandine.













