• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dewleta 2500 salî diheje: An demokrasî an hilweşîn

Racî Abî / AW

12 ADAR 2026 - 08:37
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê bi kevneşopiya dewletbûna 2500 salan xwe bi zext, zor, înkar, lîstik û komkujiyan anî heta roja me ya îro. Amerîka û Îsraîl rejîmê di pêvajoya ku gel rabûne ser pêyan de dixwazin li gorî berjewendiyên xwe biguherînin. Rejîm an dê bi demokrasiyê dewletê biparêze an jî dewlet dê bi mudaxileyên leşkerî û şerê navxweyî hilweşe.

Dewleta Îranê bi têkçûna Konfederasyona Medan, ku bi xiyaneta Kîros pêk hat, Beriya Zanyinê 550-330 hate avakirin. Dema wek dewlet hatibû avakirin yek ji hêzên herî navdar ên cîhanê bû. Ji ber hêza xwe ya wê demê dikarî bi Romayê re şer bike. Îran ji dema ava bûye heya niha di navbera rojhilat û rojava de bû pir, cîrantiya gelek dewlet û şaristaniyan kir û 2500 sal il in li ser pêyan e.

Kevneşopiya tundî û paşverû

Îran Bisilmantiyê di sedsala 7emîn de qebûl kir lê belê li gorî bîrdozî û çanda xwe teşe da Bisilmaniyê, feraseta Şîayê ava kir. Îran ji roja ava bûye heta niha hin caran di qada şer de têk çûbe jî serweriya axa xwe neda tu kesan. Wekî gelek welatên ku bi polîtîkayên navendî tên birêvebirin Îran jî gelek caran ji ber ev navendîbûna xwe bû qada raperînên gel. Dewlet sala 1794an heya 1925an hewl da ku bibe dewleteke hemdemî. Li welat di sala 1946an Komara Mahabadê hat îlankirin û di nava salakê de bi tundî ev hewldan hate tepisandin. Riza Pehlewî û kurê wî Riza Pehlewî tevî polîtîkayên xwe yên navendîparêz hewl dan ku xwe bigihînin asta pêşketina cîhanê û dewletê nûjen bikin. Li gel zêdebûna nakokiyan muxalefeta olî, û nerazîbûna gel 1979an de rejîma Şah hat hilweşandin. Şoreşa gel bi destê Rêbertiya Humeynî veguherî şoreşeke paşverû. Di 1979an de Komara Îslamî hat îlankirin. Ev pergal olê û polîtîkayên navendîparêziyê li hev civand û rejîmeke tund, oldar, navendîparêz û paşverû ava kir.

37 salan bû siya li ser siyasetê

Alî Xamaney li dijî Îsraîlê û Rojava siyaseteke hişk û stratejîk da meşandin. Alî Hamaney di dema şerê Iraq û Îranê de gelek caran serdana eniya şer kir û li ser Artêşa Muhafizên Şoreşê xwedî bandor û otorîteye mezin e. 37 salan erkê berneda û li ser hemû sazî û makanîzmayên welat otoriteya xwe ava kir. Li dijî muxalîfan û reformîstan bi tundî tevgeriya û ji navendîbûna xwe qet nehat xwarê. Sala 1981ê Alî Hamaney di êrişekê de birîndar bû û piştre milê wî yê rastê felc bû. Tê gotin ku ser huner, wêje û helbestê lêhurbûnê wî hebûne, li ser hin beşên hunerê xwedî agahî bûye û ser van mijaran pirtûkên nivîsandine. Lê belê tevî van jî li dijî hevrikên xwe û muxalîfan, xwedî aqlekî dijminane bû û ji ber vê yekê jî wek “fêlbaz” dihat pênasekirin.

Rejîm xwe bi sazîbûnê domdar dike

Rejîma Îslamî ya li şûna rejîma Şah hatiye avakirin bi sazîbûna xwe ve karakterê xwe ava kir. Desteya Parastina Destûra Bingehîn qanûnên ku hatine amadekirin li gorî parastina ruhê olî yê rejîmê xebatê kir. Meclisa Pisporan lijneyeke ku ji 88 oldaran pêk tê hat avakirin. Endamên vê lijneyê ji hêla gel ve 8 salan carekê tên hilbijartin lê belê heke ev endam girêdayî pergalê were dîtin heta mirinê dikare li ser vê erkê bisekine. Ev lijne endamên serokkomariyê hildibijêre, kesên ji bo meclisê tên hilbijartin diyar dike, serokê olî yê rejîmê hildibijêre û heke guncav bibîne dikare serokê olî ji erkê jî bigre. Desteya Teşhîsê ya Nexşerêya Pargalê jî ji bo nakokiyên di navbera Meclis û Konseya Parastina Destûra Bingehîn ji holê rake hatiye avakirin û şêwirmendiya serokê olî dike. Artêşa Muhafizên Şoreşê jî ji parastin û domdarkirina rejîmê berpirsyar e. Ev artêş ji aliyê erk, aborî û leşkerî de ji hêla rejîmê ve hatiye xurtkirin. Lewre ev artêş ji qanûnan bêhtir girêdayî berjewendiyên olî yên rejîmê ne. Bi vî rengê xwe ve rejîm, tevî ku serokkomar, serokê olî, meclisa welat ji holê were rakirin jî dikare rengê xwe yên paşverû, navendîparêz û oldar biparêze, domdar bike.

Rejîm tevî metirsiya hilweşînê naxwaze biguhere

Serokê olî Alî Hamaney di 28ê Sibatê de bi operasyona hevpar a Dewletyên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê li Tehranê hate kuştin. Televîzyona Îranê di 1ê Adarê de mirina Alî Hamaney piştras kir, li welat 40 roj şîn, hefteyeke destûra fermî ragihand û Alî Hamaney wek “şehîd” pênase kir. Meclisa Pisporan li şûna bav Alî Xamaney kurê wî Mucteba Xamaney ji bo Serokê Olî yê rejîmê hilbijart. Bi vê yekê ve Meclisa Pisporan ji 1979an heya niha yekem carê kurê serokê olî li şûna bavê hilbijart.

Rejîm karekterê xwe afirand

Mucteba Hamaney di sala 1969an li Meşhedê hat dinê, di 10 saliya xwe de şahidiya “Şoreşa 1979an” kir. Di ciwantiya xwe de tev li Artêşa Muhefizên Şoreşê kir û bi vê yekê li ser artêşê bû xwedî bandor û giranî. Piştî şer di medreseyê de perwerdeya olî dît û xwe wek aklî operasyonî yê olî gihand. Bi vî rengê xwe ve li ser siyaset, rêveberinan welat, saziyên parastin û sîxurtiyê de bandora xwe ava kir, di gelek komkujî û mudaxileyên hişk ên li dijî gel de rasterast rol girt. Ji ber ev aliyê bandora xwe ya tund û navendîparêz bû şêwirmendê bavê xwe Alî Hamaney. Mucteba Hamaney bi biryardarî piştgirî da pêşxistina çêkirina moşekan û enerjiya nukleerê. Tê destnîşankirin ku Meclisa Pisporan ji ber van taybetmendiyên xwe Mucteba Hamaney hilbijart ku karibe li dijî Amerîka û Îsraîlê xwedî helwest be û bersivê bide êrişan.

Kesayeteke tund û girtî

Mucteba Hamaney keseke ku li ser siyasetê xwedî giranî û bandor e lê belê ji xwe nîşandanê hez nake, bêhtir di piştperdeya siyaset û bûyeran de cih bigire. Herwiha gelek kes piştî ku bû Serokê Olî yê Îranê ew nas kir. Mucteba Hamaney li dijî diyaloga bi Rojava ye, li dijî Amerîka û Îsraîlê xwedî helwesteke tund e. Herwiha heya niha di tu hilbijartinan de cih negirt, di bin siya bavê xwe de bi roleke stratejîk rabû. Ew ne bi rola lîdereke xwedî axaftin û helwest, lê bêhtir stratejiyeke bêdeng, leşkerî û hişk tercîh kir. Bi hilbijartina xwe ve ji sala 1979an heyan niha yeke car e ku li Îranê serokê olî li şûna bavê xwe tê hilbijartin.

Gotina dawî ya gel û tifaqan e

Li Îranê gelên wek Fars, Kurd, Azerî, Lorî, Belûc, Tirkmen, Ereb, Gilakî, Mazandaranî, Tatî, Talîşî, Kaşkayî, Ermen, Yahûdî û Gurcî dijîn.Wek bawerî jî tevî Bisilmanên Şiî û sunnî, Bahaî, Xrîstiyan, Yahûdî, Zerduşt, Yarsanî dijîn. Ev gel û bawerî bi girêdayîna nasname û parastina çandî ve ji kûrahiya dîrokê xwe heya roja me anî. Tê gotin ku Mucteba Xamaney jî ji êrişên dawî birîndar bûye. Di şexsê Mucteba Xamaney de rejîma xwe dispêre mîrateya 2500 sal berê bi zext, zor, komkujî û aloziyan dixwaze emrê xwe dirêj bike. Aqlê dewletê helbet dirêjtir e lê belê ya ku rengê pêvajoya pêş diyar bike û rejîmê karibe biguherîne dê têkoşîn û tifaqa gelan a ji bo azadiyê be.

Etîket: ÎranRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê ji heman malbatê li 5 kesan cezayê darvekirinê birî

Rejîma Îranê ji heman malbatê li 5 kesan cezayê darvekirinê birî

14 NÎSAN 2026
Rejîma Îranê di salekê de 1639 kes bi darve kir

Rejîma Îranê di salekê de 1639 kes bi darve kir

13 NÎSAN 2026
Ji Îranê gefa girtina Babûl Mendebê

Ji Îranê gefa girtina Babûl Mendebê

13 NÎSAN 2026
Li ser fermana Trump Tengava Hurmuzê îro tê girtin

Li ser fermana Trump Tengava Hurmuzê îro tê girtin

13 NÎSAN 2026
Trump gefa ‘ablukaya deryayî’ li Îranê xwar, Pasdaran bersiv da

Trump gefa ‘ablukaya deryayî’ li Îranê xwar, Pasdaran bersiv da

12 NÎSAN 2026
Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

12 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê berfa avetîrkê: Heke amadekarî hebe, berfa biharê ne xirab e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê: Ji bo betalkirina JESê biryareke fermî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Mûş û Gimgimê herifî lê ev 4 meh in nayê çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çiyayê Meqamê bi guldexwînan xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (541)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne