Şêrê Îsraîlê û Îranê di roja duyemîn de berdewam dike. Di êrişa duh ya Îsraîlê de Rêberê Olî yê rejîma Îranê Elî Xamaney û gelek rayedarên rejîmê hatine kuştin. Îranê li dijî êrişên Îsraîlê yên şevê din pêleke êrişên moşekên balîstik da destpêkirin.
Îsraîlê roja 28ê Sibatê li dijî rejîma Îranê şer da destpêkirin û bi balafiran êrişî gelek deverên Îranê kir. Rejîma Îranê îro şeveqê zû ragihand ku Rêberê Olî Ayetulah Elî Xamaney di êrişa duh de hatiye kuştin.
Wezîrê Parastinê Nazirzahed hate kuştin
Wezîrê Parastinê yê Îranê Amir Azîz Nasirzadeh jî hatiye kuştin. Nazirzahed berî bê ser vê peywirê Serfermandarê Giştî yê Îranê bû û di nave rayedariya molayan de xwedî cihek girîng bû.
Serfermandarê Giştî Pakpour jî hate kuştin
Di heman demê de, Fermandarê Giştî yê Sepahê Pasdaran (IRGC) General Mohammad Pakpour jî di êrişan de hat kuştin. Pakpour piştî rayedarên leşkerî yên Îranê di şerê 12 Rojan ê bi Îsraîlê re de jiyana xwe ji dest dan, hatibû ser vî karî.
Şêwirmendê rejîmê Şamxanî jî hate kuştin
Her wiha hate zanîn ku şêwirmendê rejîmê Alî Şamxanî jî jiyana xwe ji dest daye. Şamxanî şêwirmendê ewlehiya neteweyî bû. Kesek di nave meqamê Rêberiyê de xwedî rol û ristek mezin bû. Şamxanî her wiha wekî paşperdeya gelek mijarên li Îranê bû.
Ji malbata Xamanî mirî hene
Li gorî çavkaniyên Îranî û daneyên çapemeniya cîhanê hin endamên malbata Xamaney jî di êrişan de hatine kuştin, lê rayedarên Îranê heta niha lîsteya temam a kesên kuştî bi awayek fermî belav nekirine û lêkolînên fermî didomin.
Piştî êrişan, rewşa ewlehiyê li seranserê Îranê hate bilindkirin û hêzên leşkerî ketine rewşa hişyariyê. Rayedarên Îranê ragihandin ku bersiv dê were dayîn.
Her wiha hate diyarkirin ku di êrişê de gelek rayedarên rejîma Îranê hatine kuştin. Rejîma Îranê piştî kuştina van rayedarên xwe 40 roj şîna neteweyî ragihand.
Wêneyê kêliya kuştinê hate belavkirin
Wêneyê derbarê kuştina Elî Xemeney de jî li ser platformên medya dîjîtal tên belavkirin. Li gorî malpera Israel News Pulse wêneyê kuştina Xamaney ku di nav molazan de xuya dike hatiye parvekirin. Malperê îdia kir ku kesê di wêne de hatiye kuştin Elî Xamaney e.

Îranê li Hewlêr û Dohayê li baregehên DYAyê xist
Şerê Îran û Îsraîlê berdewam dike. Şevê din Îsraîlê li gelek bajaran bi dehan êrişên hewayî li dijî zêdeyî 30 noqteyên cuda pêk anînDi çarçoveya Şerê Îsraîl û Îranê de şevê din li gelek bajaran zêdeyî 30 êrişên hewayî pêk hatin. Îranê jî serê sibê wekî bersiv dayîn baregehên DYAyê yên li Hewlêr, Qeter û Yekîtiya Îmaretên Ereb hedef girtin. Di encama êrişan hind moşekan îsabetê baregehan kir û zirarek cidî ya madî derkete holê. Lê têkildarî ziyana mirovîn agahiyên zelal nehatin bi destxistin. DYAyê hefteyek berî niha baregehên xwe valakiribûn û hişyarî da xebatkarên xwe yên li baregehên li Rojhilata Navîn.
Êrişên Îranê yên bi moşekên balistîk li dijî baregehên DYAyê yên li Rojhilata Navîn didome.













