Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku di 24 saetên dawî de li başûrê Libnanê zêdetirî 40 endamên Hîzbullahê hatine kuştin û bi dehan binesaziyên leşkerî yên vê rêxistinê hatine rûxandin.
Êrişên hewayî, deryayî û bejahî yên Îsraîlê li ser başûrê Libnanê berdewam dikin. Fermandariya Bakur a Artêşa Îsraîlê diyar kir ku operasyonên wan ên li dijî Hîzbullahê bi tundî berdewam dikin. Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Hewayî yên Îsraîlê di nava rojekê de êrişî bi dehan navendên fermandariyê, depoyên çekan û mewziyên fîşekên antî-tank ên Hizbûllahê kirine. Her wiha hate ragihandin ku Hêzên Deryayî yên Îsraîlê jî li başûrê Libnanê depoyeke çekan a Hîzbullahê bi operasyoneke taybet hedef girtiye û wiha hate gotin: ”
Li qadê şerekî dijwar heye
Di çarçoveya operasyona bejayî de, Yekîneya 91emîn a Artêşa Îsraîlê şaneyeke sabotajê ya Hîzbullahê tespît kir û endamên wê bêbandor kirin. Di van operasyonan de bi dehan xalên çavdêriyê, stasyonên şopandinê û rampayên fîşekên antî-tank hatin rûxandin.”
‘Alavên şer hatin desteserkirin’
Li aliyê din, hate ragihandin ku Yekîneya 36emîn li başûrê Libnanê 3 kesên bi çek ku bi motorsîkletê bûn û ji bo hêzên Îsraîlê wekî metrsî dihatin dîtin, bêbandor kirine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yekîneya 146emîn zêdetirî 180 binesaziyên leşkerî, di nav de stargehên binerdê û depoyên cebilxaneyê rûxandine. Hate daxuyandin ku Yekîneyên Tûgaya 401emîn û Tûgaya Nahalê jî di operasyonên lêgerînê de miqdarek zêde çekên giran, tivingên Kalaşnîkov û bombeyên destan desteserkirine.













