Li gorî agahiyan yekîneyên îstîxbarata Tirk li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê gelek kes bi zorê desteser kirine û ketin û derketine her du taxan asteng dike.
Êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê berdewam dikin. Li gorî çavkaniyên ji taxê piştî komkujiya li hemberî hêzên asayîş û sivîlan sazî û dezgehên dewleta Tirk ên leşkerî û îstîxbarî dest danîne ser her du taxan. Çavkaniyan got ku li noqteyên ketin û derketina taxan îstîxbarat û leşkerên Tirk pêk tînin û ev agahî dan: “Her du tax niha hatine dorpêçkirin. Di nava taxan de cihên nepenî çêkirine û gelek kesên revandin li van deveran dihêlin. Li gorî agahiyên me girtî ji van kesan derbarê HSD û Rêveberiya Xweser agahî dixwazin.”
‘Agahiyên înfazkirina sivîlan hene’
Çavkaniyan anî ziman ku li deverên desteserkirinê şidet li hemberî welatiyan tê meşandin û ev agahî dan: “Ji bo wê naxwazin kes bikeve van taxan. Naxwazin tiştên li vir kirîn û dikin bên zanîn. Ji ber wê ne dihêlin kes derkeve û ne jî bikeve van taxan. Gelek kesên xwestin bên malên xwe hatin vegerandin. Her wiha agahiyên qetilkirina hind welatiyan jî heye. Çapemeniya jî bi tu awayî nêzî van her du taxan nakin.”













