Îzmîr – Bajarê Îzmîrê di nav krîzeke avê de ye. Bendav vala ne, lê Bendava Guzelhîsarê ya ku tije ye jî ji şîrketan re hatiye veqetandin.
Bajarê Îzmîr yek ji bajarê mezintirîn ê Tirkiyeyê ye. Îzmîr ji ber kêşeya avê di rewşeke xerab de ye. Ji ber zêdebûna germahiya cîhanî bendav li ber man û nemanê ne. Baran gelekî kêm e û ji ber nebarîna baranê ji meha Tebaxê ve rojê herî kêm 6-7 saetan av li ser xelkê Îzmîrê tê birîn. Ji 6 bendavan rêjeya 5 bendavan di asteke krîtîk de ye. Tenê li bendava Guzelhîsarê li gorî bendavên din rewş hineke din baştir e. Lê ev bendav jî salên dirêj e ji şirketan re hatiye veqetandin.
Di bendavê de av hebe, çima gel bê av dimîne?
Li Îzmîrê niha pirsgirêka avê ne tenê pirsgirekeke ekolojîk e, di heman demê de bûye mijara pêkanîna edaleta civakî û dabeşkirina çavkaniyên giştî. Li gorî daneyên ÎZSUyê (Sermidûriyeta Îdareya Av û Kanalîzasyonên Îzmîrê) niha rewşa bendavan bi vî rengî ye:
* Bendava Balçova: % 0 tije
* Bendava Gordes: % 0 tije
* Bendava Tahtali: % 0.17 tije
* Bendava Alaçati: % 2.38 tije
* Bendava Urkmez: % 6.68 tije
* Bendava Guzelhîsar: % 46.55 tije
Çima li Bendava Guzelhîsarê av zêdetir e?
Pispor dibêjin Bendava Guzelhîsarê ji Çiyayê Yamanlar û deverên dora wê têr dibe. Hewzaya bakurê Îzmîrê ji başûrê wê, zêdetir baranê digire. Ji ber vê yekê di salên ziwa de jî bi tevahî av xelas nabe. Bendava Guzelhîsarê ya ji bo PETKÎMê hatî terxankirin, di sala 1982yan de ji hêla dewletê ve hate avakirin. PETKÎM ava pîşesaziya tesîsên petrokîmyayê peyda dike. Her wiha ÎZSU tenê di rewşên lezgîn de dikare li gorî kapasîteya bendavê ji % 1ê avê bikşîne û dema bendav dikevin bin 83 m3yî, av dîsa li ser xelkê Îzmîrê tê birîn. Yanî ev jî tê wê wateyê ku ava çavkaniyên Îzmîrê ji bo sanayî û pîşesaziyê bi rehetî tê bikaranîn lê gelên Îzmîrê nikare bi kar bîne.
‘Ji ber şîrketan bi milyonan îsan bê av dimînin’
Ji Komîsyona DEM Partiyê ya Ekolojiyê Fevziye Unal ev rewşa xeternak nirxandin û got: “Li Tirkiyeyê desthilatdarî tim bi kapîtalê re tevdigere û hevdu temam dikin. Meselen desthilatdarî digel ku bendav têra Îzmîrê nakin jî ji ber ku herêma ku Bendava Çamliyê wê lê were çêkirin madena zêran ya Tupragê ye, avakirina Bendava Çamliyê asteng dike. Ji ber van şîrketan û xebata wan, bi milyonan însan bê av dimînin.”

‘Desthilatî li gorî dilê xwe tevdigere’
Fevziye Unal dibêje: “Wekî çareserî jî dibêjin em ê ji Bendava Gordes a ku ji navendê 120 kîlometreyan dûr avê bikişînin. Digel ku Bendava Gordesê avê nagire gewdeya wê derîzî ye lê dîsa jî vê wekî çareseriyê pêşkêş dikin.” Fevziye Unal bal kişand ser bihabûna avê û got: “Ji ber ku 120 kîlometre gelekî dûr e, ava ku gelên Îzmîrê bi kar tînin jî gelekî biha ye. Ev tiştên wisa jî çima diqewimin; wekî min gotî hem desthilat dostê kapîtalê ye, hem jî desthilat dixwaze bi kêsên bêliyakat û bêkalifiye re bixebite û wan li gorî dilê xwe bikar bîne. Mesele beriya çend salan derket holê ku keseke ku di Rêvebiriya ÎZSUyê de cîh digire xwedî dîplomayeke sexte ye.”
Fevziye Unal diyar kir ku divê rêvebiriyên xwecihî û gel tim vê pirs bike: “Çima cihek ku zêdetir baranê digire ji bo şîrketan hate veqetandin, lê çima ne ji bo gel? Û wê heta kengê tişta pêşîn ne însan lê sanayî be?”
‘Heta kengê wê bîr avdar bin?’
Fevziye Unal di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Ji salên 90î ve piştî ku febrîqaya avê ya Halkapinara ku bi destê dewletê hatî avakirin, hate girtin tu veberhênan di warê avê de nehatiye kirin. Lewma îro digel ku em li serê zivistanê ne, hê jî av li Îzmîrê hema bêje her roj li ser gel tê qutkirin. Ev cara yekem e ku vî çaxê salê Îzmîr bê av e. Niha bi giştî ava Îzmîrê ji bîran tê deranîn, lê gelo heta kengê wê ev bîr avdar bin?”













