Îzmîr – Li Îzmîrê saziyên demokratîk di 3 mehên pêşîn ên sala 2026an de zêdetirî 100 daxuyanî dan, lê zimanê Kurdî di van daxuyaniyan de ji %11 cih girt. Ev tabloya ku ji nûçeyên Ajansa Welat hatiye bidestxistin, nîşanî me dide ku li Îzmîra nêzî mîlyonek Kurd lê dijîn de Kurdî di qada polîtîk de tê piştguhkirin û demokratîkbûna saziyan bi pişguhkirina Kurdî re bi krîzeke kûr re rûbirû ye.
Li gorî nûçeyên 3 mehên pêşîn ên sala 2026an li ser malpera AjansaWelat (AW) hatine parvekirin Li Îzmîrê saziyên demokratîk, Platforma Saziyên Demokratîk, Hêz-Platforma Ked û Demokrasiyê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) zêdetirî 100 daxuyanî dan çapemeniyê.
Balkêş e ku ku di nav van saziyên demokratîk de pêkhateyên herî çalak Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ne. Lê li gel ku Kurd niştecihên herî zêde yên li Îzmîrê ne, çima di daxuyaniyan de zimanê wan ligel Tirkî cihê xwe nagire?
Ev hejmara daxuyaniyan nîşan dide ku li Îzmîrê civakeke sivîl a pir hişyar û çalak heye. Her du rojan carekê daxuyaniyeke çapemeniyê tê dayîn, anku sazîyên demokratîk ên li Îzmîrê li hemberî binpêkirinan ne bêdeng in, ji bo parastina mafên mirovan, ked û xwezayê her tim di nava liv û tevgerê de ne û mekanîzmayên berteknişandanê yên civakê bi awayekî organîze û rêxistinkirî dixebitin.
Anîna ziman a pirsgirêkên civakî
Hêjayî gotinê ye ku saziyên demokratîk tenê li ser mijarekê ranewestin. Ji krîza aborî bigire heta tundiya li ser jinan, ji talana ekolojiyê heta mafên karkeran sazî di her qadê de berpirsyar tevdigirin. Ya ji vê xweştir ew e ku ev sazî di nava jiyana civakî de ne, ne di nav çar dîwaran de asê mane.
Hêza girseyî û rêxistinbûnê
Daxuyanî ne tenê nivîs in, her wiha nîşaneyên ‘rêxistinbûnê’ ne. Ji bo ku 100 daxuyanî werin amadekirin, divê bi sedan kesî re hevdîtin tê kirin, ji bo daxuyanî werin nivîsandin û li qadan daxuyaniyê bidin girseyek kom dibe. Ev jî tê wê wateyê ku li Îzmîrê kurd û demokrat xwedî hêzeke girseyî ya pir mezin in û dikarin di her kêliyê de dengê xwe bigihînin raya giştî û hevsengiyan biguherînin.
Axiverên Kurdî tê piştguhkirin
Li Îzmîrê di nava 3 mehan de ji 100î zedetir daxuyanî hatine dayîn û li gorî 100 daxuyaniyên herî dawiyê, saziyên demokratîk di mijara zimanê kurdî de di nav ‘dubendiyekê’ de mane. Saziyên ku li dijî neheqiyên civakî zêdetirî 100 daxuyanî dane, derbarê bikaranîna zimanê Kurdî de wekî xwedî li vê pirsgirêkê derdikeve û çareser dike tevnegeriyane. Saziya li dijî binpêkirinên mafan daxuyaniyan dide, zimanê Kurdî yê nêzî milyonek Kurdên li Îzmîrê, piştguh dike û bi vê helwesta xwe ve dikeve nava nakokiyeke parastina mafan. Dema ku ev sazî daxuyaniyên xwe tenê bi Tirkî didin, zimanê Kurdî ji qada polîtîk û civakî dûr dixin û ziman ‘di hundirê malê de’ sînordar dikin. Ev yek bi zanebûn neyê kirin jî xizmeta polîtîkayên asîmîlasyonê dike. Saziyên ji bo mîtîng, meş û daxuyaniyan bang li gelê Kurd dikin, dema daxuyaniyên xwe bi Kurdî naxwînin, pira di navbera xwe û vê girseyê de lewaz dikin.
Ji ber vê yekê ye ku heta Kurdî nebe zimanê daxuyaniyan, ‘demokrasiya’ di nava saziyan de dê her tim kêm û şikestî bimîne.

Ji %11ê daxuyaniyan bi Kurdî ye
Li gorî nûçeyên ji Îzmîrê ji bo Ajansa Welat (AW) a Kurdî re hatine şandin derbarê rewşê de rastiya heyî radixe ber çavan. Di 90 rojên derbasbûyî de Kurdî tenê ji sedî %11ê daxuyaniyan de cih girtiye. Hûrgiliyên van 11 daxuyaniyên bi Kurdî hatine dayîn jî wiha ne:
• 2 daxuyanî di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmanî ya Cîhanê de ji aliyê ÎHDê û OHDê ve
• 6 daxuyanî jî di dema êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê platformên hevbeş ve
• 3 daxuyanî ji aliyê Meclîsa Dayikên Aşitiyê ve hatin dayîn.

Xwedîderketin û hestiyariya Dayikên Aşitiyê
Di nav hemû sazî û dezgehan de saziya ku herî zêde xwedî li nasname û zimanê kurdî derketiye, Meclîsa Dayikên Aşitiyê bûye. Ji ber ku dayik 3 daxuyanî dane û di her sê daxuyên xwe de jî Kurdî piştguh nekirine. Dayikên Aşitiyê nîşan dan ku Kurdî ne tenê zimanê ‘rojên taybet’ e, zimanê her demê û her derê ye. Ev helwesta dayikan, di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê jî xwe da der. Helwesta dayikan li ser Medyaya dîjîtal a Ajansa Welat û televîzyona bi Kurdî de gihişt raya giştî. Dayikekê di daxuyaniyeke xwe de li dijî piştguhkirina zimanê Kurdî nerazîbûna xwe nîşanî kes û saziyên cih nadin Kurdî da û wiha got: “Ji ber ku her kes bi Tirkî diaxive; em diçin bi saetan li saziyê me dimînin lê em tiştêkê ji wan fêm nakin.” Ev gotin bi xwe rexneyeke zindî ya li ser ‘demokrasiya kêm’ a saziyên zimanê Kurdî piştguh dikin e.
Tevî nifûsa nêzî milyoneke Kurdî tê piştguhkirin
Herçiqas nifûsa Kurdan a li Îzmîrê bi awayekî fermî nayê parvekirin jî, hejmara di mîtîngan de û girseya ku di 100 daxuyaniyên sê mehan de li hev civiyane, nîşan dide ku li vê metropolê hejmara Kurdan pir xurt û çalak e. Li gorî texmînan hejmara Kurdan a li bajêr digihîje nêzî mîlyoneke. Lê belê, saziyên ku ji bo mîtîngan bang li vê girseya nêzî mîlyonî dikin, dema daxuyanî tê dayîn zimanê bi kar naînin.
Ziman pirsgirêka sereke ya civakê ye
Ev rêje nîşan dide ku saziyên li Îzmîrê di mijarên ekolojî, mafên karkeran û parastina mafên bingehîn de xwedî sekneke baş in, lê belê dema dor tê ser mafê ziman, sînorê wan ê ‘demokrasiyê’ li wir bi dawî dibe. Kurdî ne wekî pirsgirêkeke civakî, lê tenê wek mijareke di ‘rojên taybet’ û ‘şînan’ de tê bîrê.














