Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk ya 27ê Sibata 2025an de tişta herî bi girîngî li ser disekine entegrasyona Kurdan e. Di vê teza ku paşî bêhtir bi peş xist Ocalan, tekez dike ku pêkanîna “qanûnên azadiyê” ji bo vê yekê pêwîst e. Ocalan, bi ronîkirina gelek aliyên girîng di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, entegrasyon ne di çarçoveyek klasîk de, lê wekî diyardeyek ku dê statuya Kurdan di sedsala 21an de diyar bike pêşkêş dike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi banga xwe ya ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk” di 27ê Sibata 2025an de, dawiya serdemekê nîşan dida. Ev di heman demê de belgeyek bû ku banga statûyek dikir da ku Kurd çawa wekî gel li Rojhilata Navîn hebûna xwe bidomînin. Paşê bi Manîfestoya xwe ya bi navê Aştî û Civaka Demokratîk bingeha vê lêgerîna statûyê danî. Kurd, bi nifûsa xwe ya nêzîkî 60 mîlyon ku li çar aliyê cîhanê belav bûne, wek gel hene û xwedî maf in. Sîstema cîhanî ya heyî, qonaxa ku kapîtalîzm gihîştiye, rewşa bêçare ya netew-dewletiyê û kaos û tengasiyên di nav neteweyan de, hemîyan pêkanîna rê û rêbazên nû pêwîst dike. Bêguman, derbaskirina vê rewşa bêçare pir girîng bû. Bi taybetî ji bo Kurdan, ku dused salên dawî bê statû mabûn û zêdetirî sedsalekê bi serhildanan li pey vê armancê bûn, di vê cîhana dijwar de xwedî cihekî çawa bin? Kurd dê çawa bi ziman, nasname, çand û mafên xwe yên bingehîn xwe ava bikin? Ya herî girîng, gelo Kurd dikarin sedsalek din bê statû bimînin? Di hawîrdorek de ku hêzên hegemonîk ên cîhanî ji nû ve şekil didin û bi gelek hesaban Rojhilata Navîn dabeş dikin, Kurd dê çawa ji xwe re cîhek çêbikin?
Bê guman ev hemû pirs pirsên li ser sêla sor in. Li vir rola pêşengiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn bêtir derdikeve pêş. Ocalan, ku ji destpêkê ve li çareseriyekê digeriya, di vê pêvajoya nû de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd formulasyonek berfirehtir pêşkêş dike û bi gotinên xwe yên ji bo şandeya Îmraliyê, yên weke, “Hêza min a herî mezin çarçoveya min a têgehî û rêbazên min ên alternatîf ên çareseriyê ye” rave dike.
Di vê beşa rêzenivîsê de em ê mijara entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê yên ku Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina çareseriyekê pêşxistiye, vekolin. Em ê hewl bidin ku danasîna Ocalan a vê yekê di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de û tiştên ku wî di civînên Îmraliyê de rave kir, bi berfirehî vebêjin.
Divê em entegrasyonê çawa fêm bikin?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dema ku xeta têkoşînê ya nû li ser “civaka demokratîk” û “sosyalîzma demokratîk” ava dike û wê bi “civaka komunal” formule dike, çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya “entegrasyona demokratîk” îfade dike. Entegrasyona demokratîk ne tenê têgeheke abstrakt e (soyut); ew pêkanîna berbiçav û çareserî ya ramanên Ocalan e. Ev xebata berfireh di bin sernavê “Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û Çareseriya Entegrasyona Demokratîk” de di Manîfestoya Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk de bi berfirehî tê nîqaşkirin. Bê guman, Ocalan entegrasyonê tenê ji bo Kurdên Bakur ên ku dixwazin bi Tirkiyeyê re li hev bikin nabîne, lê di heman demê de wê ji bo her çar perçeyên Kurdistanê jî bi awayekî cuda formule dike.
Di destpêka beşa manîfestoyê de, Ocalan, dibêje ku, “Entegrasyon girîng e ji ber ku ew girêdana bi dewletên neteweyî yên ku mirov dê bi hev re bijî re nîşan dide. Çar dewletên neteweyî hene ku rasterast bi Kurdistanê ve girêdayî ne. Em ê bi rêbazek li ser bingeha entegrasyonê bi van çar dewletan re entegre bibin,” û vê xalê wiha rave dike: “Kurd bi her çar dewletên cîran re nakokî hene û ev rewş berdewam dike. Heta agirbestek tevahî jî nehatiye bidestxistin. Ew rewş wekî xwe berdewam dike. Her çend belgeyek hevpeymaniyê ya heşt xalî bi Sûriyê re, peymanek diyarkirî ya navendî ya federasyonê bi Iraqê re, agirbestek bi Îranê re û heta nîqaşên wekhev bi Tirkiyeyê re hebin jî, ev hîn nebûne fermî; qonaxek peymanê, ku jê re danûstandin tê gotin, nehatiye gihîştin. Pêdivî ye ku ew bigihîjin qonaxek wusa.”
Li ser bingeha vê formulasyonê, Ocalan di serî de entegrasyona demokratîk wiha pênase dike: “Tiştê ku em jê re dibêjin ‘bernameya pratîkî’ jî wekî civaka demokratîk tê binavkirin, û armanca civakî avakirina civaka demokratîk e. ‘Bernameya pratîkî’ wekhevî ‘civaka demokratîk’ e. Entegrasyon yekîtiya civaka demokratîk bi dewleta neteweyî re diyar dike. Ev pênaseya herî rast e. Civak xwe wekî dewletek rêxistin nake û xwe bi dewletek din ve girê nade. Ew xwe wekî civaka demokratîk di nav komara demokratîk de entegre dike. Entegrasyon wekheviyê jî dihewîne. Ew bi rêya danûstandina demokratîk tê damezrandin. Entegrasyon danûstandina demokratîk ferz dike. Danûstandina demokratîk entegrasyona civaka demokratîk bi dewleta neteweyî re misoger dike.”
‘Entegrasyon berevajî asîmîlasyonê ye’
Ocalan, entegrasyonê wekî dermanê asîmîlasyonê dibîne. Ew dibêje ku polîtîkayên ku heta niha hatine meşandin polîtîkayên asîmîlasyonê bûn, polîtîkayên ku armanc ew bû ku Kurdan ji holê rakin. Ew bawer dike ku ev ê biqede û Kurd êdî bi polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê nayên tunekirin. Entegrasyon dê xuyangkirina berbiçav a vê be. Di manîfestoyê de Ocalan wiha dibêje: “Netew-dewlet niha asîmîlasyonê pêk tîne. Dibe ku hin kes bixwazin entegrasyonê wekî asîmîlasyon fam bikin, lê em ê bi awayekî berevajî li hember asîmîlasyonê li ber xwe bidin. Entegrasyon berevajî asîmîlasyonê ye. Ew danûstandinek demokratîk hewce dike; bi awayekî din nabe. Nêzîkatiya ku ‘dewlet bi hêz e, dewlet her tiştî ferz dike, ew bi zordariyê pêk tîne’ nayê qebûlkirin. Ev hemî nêzîkatiyên faşîst in. Divê hemî werin redkirin. Tiştê ku divê were kirin, entegrasyona civatek demokratîk bi netew-dewletê re bi rêya muzakereyên demokratîk e.”
Di berdewamiya manîfestoyê de, Ocalan bi berfirehî li ser çavkaniyên pirsgirêkê û rêyên çareserkirina wê rêbazan bi pêş dixe û bi baldarî li ser tiştê ku divê were kirin disekine.
‘Ez dewlet naxwazim lê ez dev ji Kurdan jî bernadim’
Em dibînin ku ev mijar di hevdîtinên wî yên bi şandeya DEM Partiyê re li Îmraliyê pir caran hatiye rojevê. Di hevdîtinekê Gulana 2025an de, ango di destpêka pêvajoyê de, Ocalan bi van gotinan girîngiya vê mijarê rave dike: “Ez vê bêjim, ev girîng e. Sedema şerên navxweyî yên li Balkanan hesabên partiyan bûn. Ew şerên partiyan bûn; em ê di vê serdemê de rê nedin vê yekê. Em ê nîqaş bikin ka ev kes çawa dê werin entegrekirin. Min ji rayedaran re got, ‘Ez sosyalîst im, ez dewletek naxwazim, lê ez dev ji Kurdan jî bernadim.’ Ez vê yekê li vir jî bibêjim. Min got civakên demokratîk. Formula vê yekê li ser Komarê ye. Bi vê têgihîştinê, ew têkilî û têkiliyan bi welatiyên xwe re saz dike. Ew di heman demê de li ser vê bingehê bi Kurdan re jî entegre dibe.”
Ocalan her wiha sedemên vê rewşê destnîşan dike û lêgerîna xwe ya ji bo bingeha ku ji bo wê were danîn didomîne. Di hevdîtinekî meha Hezîranê de, bi taybetî bal dikişîne ser entegrasyona rêxistina bêçek di nav civakê de û wiha dibêje: “Qonaxa şoreşa erênî çekan hewce nake, ewqas însanên me yê maxdûrkirî hene, gund hatine valakirin, li Ewropa û Rojhilata Navîn gelek kes hene û bê guman divê ew bi azadî vegerin malên xwe. Ji ber vê yekê ez dibêjim entegrasyon. Bêguman, rêxistin jî pêwîst e; ew ê di jiyana demokratîk de cih bigirin. Ew ê bi rêxistinên demokratîk ên gel re bicivin. Em ê vê yekê bidin pêş. […] Bêyî entegrasyonê, bingehek ji bo jiyanê tune. Ger yên li çiyayan niha beşdarî jiyana demokratîk bibin, dê rewşek cuda ava bibe. Ji ber vê yekê ez dibêjim; entegrasyon girîng e, ew bernameyek e, stratejiyek e. […] Divê ji bo vê yekê qanûnek taybetî hebe, û ez vê entegrasyonê li pêş hevalên li çiya datînim.”
‘Tişta ku şoreşa negatîf xirakiriye emê bi şoreşa pozîtîf ava bikin’
Bêguman, pirsa gelo dê entegrasyoneke çawa pêk were yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin e. Abdullah Ocalan vê yekê li ser “qanûnên azadiyê” ava dike. Di hevdîtineke din a meha Hezîranê de, Ocalan ev nirxandinên girîng dike: “Em bi tevahî girseyeke mezin in, Bakur, Sûriye, Îran û derveyî welêt dihewîne. Lêbelê, pirsgirêkek me ya entegrasyonê heye. Tê gotin ku 100 hezar kes jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê bingehê, civatek heye ku dilê wê şikestî ye, jiyana wê hatiye parçekirin û birîndar bûye. Em ê bi şoreşeke pozîtîf ya ku şoreşa negatîf wêran kiriye ji nû ve ava bikin. Ew ê bibêjin ku em tên ku vê Komarê xurt bikin, û hûn ê vê yekê weke entegrasyona civakî ya demokratîk bi nav bikin. Ev ne tenê entegrasyona Kurdan e, lê di heman demê de ya Tirkmenan û komên din ên mafan e, di nav de Kurdên Iraq û Îranê jî hene. Divê were gotin ku aştî li Tirkiyeyê aştî li Rojhilata Navîn e û demokrasiya li Tirkiyeyê demokrasî li Rojhilata Navîn e. […] Ji ber vê yekê, pêdivî bi qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê heye. Em ê wê bi vî rengî pênase bikin û bi vî rengî bibêjin. […] Qanûnên azadiyê dê pêwîst bin. Wekî din, ew ê bibêjin; ger em ji pozîsyonên xwe derkevin ew ê guleyan li me bibarînin, ger em gavekê bavêjin, rewşên bi cezayên giran ên heta hetayê hene û ger ev hemû neyê rêkûpêkkirin astengiyeke cidî ya qanûnî heye. Ji ber vê yekê, pêdivî bi qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê heye. Em ê wê bi vî rengî pênase bikin.”
Qanûnên entegrasyon û azadiyê li şûna çekan
Di hevdîtinekê di Tîrmehê de, Abdullah Ocalan girîngiya van qanûnan wiha tekez dike: “Ocalan dibêje: Ger asîmîlasyon û avakirina dewleta neteweyî tune be, çi heye? Civakeke demokratîk û entegrasyona demokratîk. Yên li çiyayan wê dakevin; bi sed hezaran kes hene ku çûne derveyî welêt, bûne penaber, ji dewletê qut bûne, bêdewlet mane û bi qanûnî hatine qedexekirin. Pirsgirêkên wan ên entegrasyonê bi dewletê re hene. […] Bi hezaran dosyayên sûc li cem me hene. Vaye Besê… Serkêşê vê karê ye. Ew mejî û canê kesên ku tevahiya şer kirine ye. Ger wê ev biryar daye, xuyaye ji sedî 70yê wir dê werin. […] Qanûnên azadiyê û qanûnên entegrasyona demokratîk dimînin. […] Ger piştgirî ji qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk re were dayîn, hem Tirkiye û hem jî siyaseta demokratîk dê vebin, û hilbijartinên demokratîk dê bi vî rengî werin lidarxistin. […] Ez dibêjim qanûnên azadiyê. Ez di du kategoriyan de dibêjim: Qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê. Ev li şûna çi ne? Li şûna Çekan. Bahçelî ji destpêka pêvajoyê ve ji vê yekê haydar bû. Wî spasiya me kir û pêşniyarên xwe ji bo komîsyonê amade kiriye.”
Sê pêşniyarên bingehîn yên qanûnî
Piştî van tiştan dibêje, Ocalan qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bi sê pêşniyarên qanûnên bingehîn formule dike. Di civînek din a meha Tîrmehê de, ew vê formulasyonê wiha rave dike: “Qanûna li ser civaka demokratîk, qanûna li ser welatiyên azad, û qanûna li ser rêveberiya herêmî ya berfirehkirî. Ev ji bo hemî Tirkiyeyê ne. Ti têkiliya wan bi cudaxwaziyê re tune. Entegrasyona demokratîk bi van sê qanûnan dikare were bidestxistin. Ev komara demokratîk e. Ev tacîdarkirina komarê bi demokrasiyê ye.”
Di heman civînê de, Ocalan van hersê qanûnên pêşniyarkirî bi awayekî berfirehtir wiha rave dike: “Ya yekem, qanûna hemwelatiyê azad… Gelo qanûna ku were derxistin tenê PKKê eleqedar dike, an dê tiştek be ku tundûtûjiya giştî, wekî ku ew jê re dibêjin, dijî-terorîzmê vedihewîne? Qanûnek wisa li Koçgirî tê derxistin. Her wiha meseleya Dadgehên Îstîklalê jî heye. Di têkiliyê de bi komîsyonê re cureyek dadgehê ya cuda dê were damezrandin. Lê ne mîna Dadgehên Îstîklalê . Qanûnek ku ne tenê yên li çiyayan, ne tenê yên li Ewropayê, lê di heman demê de Kurdan û beşên din ên cûda yên civakê jî di nav komarê de ji nû ve entegre bike.
-Ya duyemîn; qanûna li ser xurtkirina rêveberiyên herêmî. Ev di bernameya destpêkê ya AKPê de bû. Îmamoglû jî behsa xurtkirina rêveberiyên herêmî dike. Di navbera herduyan de nakokî tune. Ew jî dîsa bi Yekîtiya Ewropayê re li ser maseyê rûdinin. Wekî şertek ji vê yekê, pêdivî ye ku Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropî were bicîh kirin, ez bawer dikim ku rezervên ku Tirkiyeyê hene werin rakirin, an jî li gorî şert û mercên rojê were adaptekirin, da ku were berfireh kirin.
-Ya sêyemîn; em bang dikin ew qanûna civaka demokratîk e. Li Tirkiyeyê qanûnek li ser komele û kooperatîfan heye, lê ne hemîyan… Divê em navekî giştî lê bikin. Divê em hem civaka sivîl pêş bixin û hem jî biparêzin. Dema ku ez dibêjim civaka demokratîk, ev civaka demokratîk divê di qanûnê de wekî civakek sivîl were kodkirin. Divê em civaka demokratîk bi zelalî pênase bikin û mafên wê diyar bikin. Qanûnek civaka demokratîk, qanûnek welatiyê azad û qanûnek rêveberiya herêmî ya berfireh. Ev ji bo hemî Tirkiyeyê ne.”
Mînaka balkêş a ji Bakurê Qibrisê!
Dema ku van hemû argumanan pêşkêş dike, Ocalan îdiayên xwe bi mînakên ji çar aliyên cîhanê ji bo têgihîştineke çêtir xurt dike. Behskirina wî ya mînaka Qibrisê di hevdîtineke bi şandeyê re di Tebaxê de balkêş e: “Em li dijî dewlet û Komarê tevnagerin. Em Kurdan dikin Komarparêz û em Komarê Kurd dikin. Ez dikarim gelek mînakên vê bidim. Mînaka Anglo heye; wan pêşengiya Ronesansê kirin. Paşê Skotlandî hene, ku bi rêya Meclîsa Bajarê Londonê beşdarî rêveberiyê dibin. Ew xwe bi vî rengî pêş dixin; ji ber vê yekê çima divê em nekin? […] Ez li ser modelek diaxivim ku li ser bingeha ka entegrasyon di navbera Bakurê Qibrisê û Tirkiyeyê de çawa hatiye kirin. Ma gotina vê yekê ewqas zahmet e? Ez li ser tiştek ewqas hêsan û ewqas girîng diaxivim. Tirkiye dikare têkiliyek wusa bi hem Rojava û hem jî bi Bakurê Iraqê re pêş bixe. Niha ew dibêjin ku divê Kurd sê-çar dewletan ava bikin. Erê, ez dizanim ku hin Kurd dê ji min hêrs bibin, lê ez li ser van fikirîm û min got şêwaza demokratîk. Ji ber vê yekê min modela dewletê red kir.”
‘Yan dê dewleta xwe ava bikin an jî dê tevlî dewleteke heyî bibin!’
Di heman hevdîtinê de, Ocalan bi gotina, “Nêzîkî 60 milyon Kurd hene – û ev hevoka duyemîn dê şok be – an dê li Rojhilata Navîn dewleta xwe ava bikin an jî tevlî dewleteke heyî bibin” tekez dike ku Kurd êdî hebûna bêstatû qebûl nakin.
Bêguman li vir têgeha “qanûna tevahî” (holîstîk), ku Abdullah Ocalan pir caran bilêv dike, dikeve dewrê. “Qanûn aliyê herî girîng e. Siyaseta demokratîk jî girîng e, lê qanûn cîhek berfirehtir digire. Divê mafên Kurdan hebin; heke hûn mafên Kurdan nedin, ew ê çi bikin? 60 milyon Kurd hene, ku li çar beşan dabeş bûne. Em behsa çareseriyek neteweya demokratîk dikin. Lê divê qanûn hebe, me behsa siyaseta demokratîk kir. Em behsa komara demokratîk, demokratîkbûna komarê dikin.”
Gelo Abdullah Ocalan bi têgeha ‘qanûna tevahî’ dixwaze çi bêje? Di manîfestoya xwe de behsa vê mijarê dike û di hevdîtinên xwe yên bi şandeyê re jî bi berfirehî li ser vê mijarê disekine. Wisa xuya dike ku ew bi nêzîkbûna Çile û Sibata 2026an li ser vê mijarê bi awayekî hîn bi hêztir dixebite. Em ê di beşa din a rêzenivîsa xwe de li ser vê mijarê bi berfirehî bisekinin.
SIBÊ:
* Bi pênasekirina Ocalan ‘Qanûnên Azadiyê’
* Beşdariya endamên rêxistinê yên ku têkoşîna çekdarî bi dawî kirine
* Ocalan behsa qanûna herêmî û îdariyek çawa dike?
* Qanûna holîstîk tê çi wateyê?
* Ocalan bi ‘entegrasyona potîtîf’ çi armanc dike?













