Wan – Mihemed Bîlen ku ji 50 çîrokan tenê 9-10 çîrok di hêşê wî de mane, sedema vê yekê jî weke extiyarî û pêşketina teknolojiyê pênase dike û dibêje: “Êdî tu kes tu kesî guhdar nake.”
Di civaka Kurdan de cihê çîrokbejiyê gelek girîng û biwate ye. Ji ber ku bi salan wêje an jî dîroka Kurdî ji ber sedemên bindestiyê ji aliyê nivîskî ve pêşneketiye, bi devkî hatiye gotin û çand û dîroka Kurdî bi saya çîrok û dengbêjiyê li ser pêyan maye. Di vê jiyana hemdem de ji ber pêşketina teknolojiyê çîrokbejî hema bibêje ber bi xelasbûnê ve diçe. Lê belê hêj jî di nava civakê de kesayetên çîrokan dibêjin û dibin xemla civakê hene.
32 sal in ji gundê xwe koçber bûne
Yek ji van kesan Mihemed Bîlen e ku li navçeya navendî ya Artemêtan a Wanê dijî. Mihemed Bîlen bi gotina wî texmînî 70 salî ye û xwendin û nivîsandinê qet nizane. Ew eslê xwe ji Gundê Hosyan ê girêdayî navçeya Xisxêr (Perwarî) ya Sêrtê ye û ji eşîra Goyan e. Di sala 1993an de gundê wan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye şewitandin û gundî berbelav bûne. Ew û malbata xwe jî li Wanê bi cih bûne û 32 sal in hewl didin li vir jiyana xwe bidomînin.
Nîvî emrê xwe bi şivantiyê derbas kiriye
Gundê wan li cihekî asî bû û rêya wesayitan nediçû wêderê. Hosyaniyan li gundê xwe genim diçand û ev genim bi karwanî di 8 saetan de dibirin Xisxêrê an jî navçeya Şaxê ya Wanê. Wan li van navçeyan genimê xwe bi şekir, ar, rûn hwd. diguhert û bi hêstir û dewaran erzaqê xwe dianin gund. Her wiha wan sewalkarî jî dikir û nîvî jiyana Mihemed Bîlen jî bi şivantiyê derbas bûye.
Çîrokên xwe ji mamê xwe Cindî hîn bûye
Mamê Mihemed Bîlen ê bi navê Cindî hebû û demekê di girtîgeha Elezîzê de mabû. Li gel Cindî kesekî bi navê Mihemedê Eyşê ku Amedî bû, dima. Mihemedê Eyşê kesekî xwendewan bû û ji girtiyan re pirtûk dixwend. Cindî jî ev çîrokên di pirtûkan de derbas dibin ji ber dike û di civînên zilaman de yên li Hosyan ji gundiyên xwe re dibêje. Cindî mirovekî mazûvan bûye û gundî hertim li mala wî diciviyan û serpêhatiyên xwe ji hev re digotin. Mihemed Bîlen jî dema zarok bû di civînên zilaman de guhdariya mamê xwe dike û van çîrokan ji ber dike.
Ji 50 çîrokan tenê 9-10 çîrok mane
Mihemed Bîlen nêzî 50 çîrok ji mamê xwe hîn bûye, lê niha tenê 9 – 10 çîrok di bîra wî de mane. Mihemed Bîlen sedema vê yekê weke kalbûn û pêşketina tekonolojiyê pênase dike û dibêje ku piştî derketina televîzyon û telefonan êdî kes li kesî guhdar nake û tev diçin televîzyonan temaşe dikin. Ji ber xwendin û nivîsandina Mihemed Bîlen tinebû wî nekariye van çîrokan binivîse yan jî tomar bike.
Helbest jî ji ber kirine
Di van çîrokan de dîroka Kurdan heye û hin çîrokên ku Mihemed Bîlen dizane 4 saetan jî derbas dike. Ew hemû çîrokên xwe bi her hurgûliyê dizane û bi awayekî rêk û pêk dibêje. Her wiha Mihemed Bîlen helbest û bendan jî dizane û gelek helbestên Şêx Ehmedê Repinî jî ji ber kirine. Yek ji çarîneyek ji helbestên Şêx Ehmedê Repinî ku Mihemed Bîlen ji bo me got wiha ye:
Ji Kurdistanê re bibêje her ew e cana cîhan
Çîmenên gazî dikin dê xeyidin qîzên ciwan
Bax û bostanan keziyê bidin wesfê mihan
Ji Kurdê xayîn silbûn beybûn li min mekra dikin








