Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Serokê Navçeya Sîlopiyaye ya HADEPê Serdar Taniş û rêveberê HADEPê Ebubekir Denîz pirsîn û xwestin bersûc bên dîtin û darizandin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya vê hefteyê li Amed, Êlih û navçeya Geverê ya Colemêrgê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê li aqûbeta Serokê Navçeya Sîlopiyê yê HADEPê Serdar Taniş û rêveberê HADEPê Ebubekir Denîz pirsîn.
Amed
Li Amedê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 833yan de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rêzana Amedê kom bûn. Tevî xizmên windayan, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û rêveberên DEM Partiyê amade bûn. Di çalakiya ku pankartên wêneyên windayan hatin hilgirtin de, aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Denîz ên hatin windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a ÎHDê Berfîn Elçî çîroka Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz xwend û bal kişand ser windakirina wan. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Di hefteya 669an de Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê yên Êlihê li pêşberî Mafên Mafên Mirovan a li ser Kolana Gulistan Êlihê kom bû. Wêneyên windahiyan hildan. OHD, MEBYA-DER û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiya îro de çîroka Serdar Tanis û Ebubekîr Denîz xwendin û ji bo wan edalet xwestin. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 159an de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê di 7ê Hezîrana 1994an de di girtîgehê de hat windakirin pirsî. Endamê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Eren Baskin daxuyanî da û çîroka winda xwend. Eren Baskin, diyar kir ku divê der barê windakirina Mehmet Zekî Dogan de lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin û wiha got: “Divê astengiyên li pêşiya mafê malbata Dogan a gihandina heqîqet û edaletê bên rakirin.”