25 TIRên alikariyê yên ji aliyê Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê hatin komkirin, ji Amedê ber bi Pirsûsê ve ji bo Kobanê hate şandin.
Di çarçoveya “Kampanyaya Alîkarî ji bo Kobanê” ya ji aliyê Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ve hatibû destpêkirin, 25 TIR alîkarî hate komkirin. TIRên alîkariyê ji Amedê ber bi Kobanê ve ketin rê. Di wesayîtan de kelûpelên wek av, şîr, mamayên zarokan, betaniye, sobe û xurek cih digirin.
Têkildarî alîkariyên hatine komkirin li Navenda Fûar a Navnetweyî ya Mezopotamyayê daxuyanî hate dayîn. Berdevkê Platformê Mahsûm Çiya Korkmaz axivî û destnîşan kir ku li Rojava pirsgirêka pêdiviyên bingehîn ên zarok, kal û jinan heye û got: “Di nava du rojan de me 25 TIR alîkarî amade kir. Di nava wesayîtan de av, mamayên zarokan, sobe û kelûpelên bingehîn hene. Ev alîkarî ji bo bigihîjin gelên li Kobanê yên têkoşîna jiyanê didin bi rê ketin.”
Piştî daxuyaniyê TIR ji bo biçin Kobanê ji Amedê ber bi Pirsûsê ve ketin rê.














