Derbarê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê Adnan Şenbayram de ji ber axaftina, “Her roj li Kurdistanê bi awayek sîstematîk zarok rastî destdirêjiyê tên” lêpirsîn hat destpêkirin.
Derbarê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnex Adnan Şembayram de ji ber ku di nobeta edaletê ya li dijî destdirêjiya li ser zarokan de axaftin kiriye û gotiye “Her roj li Kurdistanê zarok rastî destdirêjiyê tên û tên kuştin” lêpirsîn hat destpêkirin. Adnan Şenbayram di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de çû Midêriyeta Polîsan a Cizîrê û îfade da.
Piştî îfadeyê Adnan Şenbayram li ber deriyê Midêriyeta Polîsan a Cizîrê daxuyanî da û bertek nîşanî lêpirsîna hatiye destpêkirin da. Şembayram got ku ji bo derbarê dozên destdirêjiyê de edalet pêk were dê berxwedana wan berdewam bike.
Çi qewimîbû!
Li Dibistana Navîn a Pîşeyî ya Cizîrê Alîkarî Midûrê Dibistanê Bûrak Ercan destdirêjî li set 34 zarokan kiribû û derbarê wî de ceza hatibû birîn. Piştre ji aliyê dadgehê ve ceza hatibû betalkirin. Li ser vê yekê ji aliyê Nûnertiya Egîtîm Senê ya Cizîrê ve Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û di nobetê de roja 25ê Cotmehê Adnan Şenbayram axaftin kiribû û bertek nîşanî biryara dadgehê dabû.













