• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    2 hezar 541 kes ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re name şandin

    2 hezar 541 kes ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re name şandin

    Polîsên Fransayê bi ser komeleya Kurdan de girtin: 4 binçavkirî hene

    Polîsên Fransayê bi ser komeleya Kurdan de girtin: 4 binçavkirî hene

    Kurdistanî li Ewropa dest bi çalakiyên nû dikin

    Kurdistanî li Ewropa dest bi çalakiyên nû dikin

    Ji sedî 99ê Kurdan perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin

    Ji sedî 99ê Kurdan perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin

    ROJEVA 23ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 23ê ÎLONA 2025an

    Hêzên hikûmeta Şamê êrîşî taxa Şêxmeqsûd kir

    Hêzên hikûmeta Şamê êrîşî taxa Şêxmeqsûd kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    2 hezar 541 kes ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re name şandin

    2 hezar 541 kes ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re name şandin

    Polîsên Fransayê bi ser komeleya Kurdan de girtin: 4 binçavkirî hene

    Polîsên Fransayê bi ser komeleya Kurdan de girtin: 4 binçavkirî hene

    Kurdistanî li Ewropa dest bi çalakiyên nû dikin

    Kurdistanî li Ewropa dest bi çalakiyên nû dikin

    Ji sedî 99ê Kurdan perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin

    Ji sedî 99ê Kurdan perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin

    ROJEVA 23ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 23ê ÎLONA 2025an

    Hêzên hikûmeta Şamê êrîşî taxa Şêxmeqsûd kir

    Hêzên hikûmeta Şamê êrîşî taxa Şêxmeqsûd kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo çûk karibe bi dû baskan bifirê divê birêz Ocalan azad be’

Mahmût Altintaş / AW

23 ÎLON 2025 - 09:30
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan bal kişand ser gotinên Devlet Bahçelî ku gotibû çûk bi yek baskê ve nikarê bifirê û got: “Yanî ji bo çûk bi dû baskan karibe bifirê divê birêz Ocalan azad bibe. Ji ber wê jî divê soza xwe pêk bînin.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 22ê Cotmeha 2024an de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû û gotibû bila bang li PKKê bike da ku xwe fesîh bike piştre jî ji mafê hêviyê sûd bigire û were li Meclisê biaxive. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bersiveke erenî da Devlet Bahçelî û di 27ê Sibatê de banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî banga Abdullah Ocalan pêvajo jî derbasî qonaxeke nû bû. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re PKKê jî di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist. PKKê eşkera kir ku wan dest ji têkoşîna çekdarî rawestandine û xwe fesîh kirinê. Herî dawî jî di 11ê Tirmehê de komeke gerîlayên bî îradeya xwe ya azad, ji bo pêşî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vekin, bi merasîmeke dîrokî li ber çavê raya giştî û cihanê, çekên xwe şewitandin. Lê tevî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li PKKê kir û PKKê jî li gor bangê gavên dîrokî avetin jî ji aliyê desthilata Tirkiyeyê ve soza ku hatibû dayin nehate pêkanîn. Li ser banga Devlet Bahçelî re salek derbas bû û desthilat heya niha ji bo pêkanîna mafê heviyê gaveke şenber neavêtiye.

‘Soza xwe pêk bînin’

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) di 17ê Îlonê de têkildarî mafê hêviyê ya dosyeya “Koma Gurban” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan, biryara xwe ya demkî eşkere kir. Komîteyê di biryara xwe de ji Tirkiyeyê xwest ku gavên pêvîst baveje û ji bo pêkanîna van jî heta dawiya meha Hazîranê ya 2026an mohlet da. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Parti) Ozturk Turkdogan, soza ku Devlet Bahçelî dabû bi bîr xist û xwest ku Tifaka Cumhurê soza xwe pêk bîne.

‘Komîte rewşa birêz Abdullah Ocalan a siyasî qebûl dike’

Ozturk Turkdogan derbarê biryara Komîteya Ewropa de bi lêv kir ku komîteyê bi awayekî pozîsyona siyasî ya Abdullah Ocalan qebûl kiriyê û ev tişt gotin: “Komîteya Ewropa vê carê dem ne salek daxist 9 mehan. Bi awayekî şenber xwest ku qanûnên ku li meclisê hatinê pêşniyar kirin bikevin meriyetê. Di vê mijarê de pêşniyarên qanûnan tenê ji aliyê partiya me ve hatinê dayin. Ji ber wê jî bi awayekî şenber xwest ku ew qanûnên hatinê pêşniyar kirin bikevin meriyetê û mafê heviyê pêk were. Her wiha ji Wezareta Edaletê re jî dibêje di çerçoveya mafê mirovan de mafê heviyê sererast bike. Bi awayekî şenber Wezareta Edaletê nişan dide û berpirs dike. Yek jî xala girîng Komîsyona Meclisê destnîşan dike û dibêje bila komîsyon jî li ser vê mijarê bixebitê ew jî nişan dide ku pozisyona birêz Abdullah Ocalan a siyasî qebûl dike.”

‘Tîfaqa Cumhurê divê soza xwe pêk bînê’

Di berdewama axaftina xwe de Ozturk Turkdogan daxuyaniya Devlet Bahçelî ya sala par a ji bo mafê heviyê dabû bi bîrxist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berpirsyariya me jî di vir de ew e ku ji bo mafê heviyê pêk were, zextê li dewletê kirin û di nava tevgerê de bûyîn e. Helbet di serî de divê tîfaqa Komara Cumhurê soza ku dabû pêk bîne. Ew soz li pêşberî raya giştî hat dayin. Ji birêz Ocalan re gotin bang li tevgera xwe bike û piştî tevgera tê xwe fesih kir were li Meclise û bila mafê heviyê pêk were. Birêz Ocalan bang li tevgera xwe kir. Tevgerê, xwe fesîh kir û bi komek çekdaran bi merasîmeke çekên xwe jî şewitandin. Edî niha û şûn ve divê Tîfaqa Komara Cumhurê gav bavêje û mafê heviyê pêk bîne. Devlet Bahçelî dibêjê çûk bi tenê baskekê nikarê bifirê. Yanî ji bo çûk bi dû baskan karibe bifirê divê birêz Ocalan azad be. Ji ber wê jî divê soza xwe pêkbînin.”

‘Nabe ku muxatabe sereke yê pêvajoyê di girtîgehê de be’

Di dawiya axaftina xwe de Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ji bo pêvajo encam bigirê divê mînaka Mandela li Tirkiyeyê jî bê sepandin û wiha got: “PKKê jî di kongreya xwe ya fesîxkirinê de destnîşan kiribû. Qey ew nehatiyê fêhmkirin. Di wir de bi awayekî şenber hatibû gotin. Bêguman ji bo biryara fesixkirinê têkeve meriyetê divê birêz Ocalan azad be û bi aktoriya wî ya sereke pêvajo were meşandin. Rêxistinê hemû berpirsyarî da ye Rêberê xwe. Ji bo wê jî divê ew Rêber azad be. Nabe ku muxatabe sereke yê pêvajoyê di şert û mercên girtîgehê de be. Hûn şert û mercên ku karibe azad bixebitê ava nekin dê çawa pêvajoyê bidin meşandin? Divê Tirkiyeyê mînaka Mandela bide sepandin. Heke wisa be dê pêvajo wê baştir were meşandin. Em hem di komîsyonê de hem jî li qadan muzakerê dikin, têdikoşin. Ev têkoşîna aştiyê ye. Di rojeva me de jî bi riya siyaseta demokratîk, çareserkirina pirsgirêkan heye. Ew jî bi rêxistinkirina gel pêkan e. Paradîgmaya birêz Ocalan jî rê nîşanî me dide. Em ê jî li gor wê xwe bi rêxistin bikin.”

Etîket: Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM PartiyêKomîteya Wezîran a Konseya EwropayêMafê HêviyêOzturk TurkdoganRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan dixwazê Kurdan ji deriyê hiqûqê re derbas bike

Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan dixwazê Kurdan ji deriyê hiqûqê re derbas bike

20 ÎLON 2025
Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

Rûspiyên Şirnexê: Divê Ocalan azad bibe û li ser maseya aştiyê rûnê

20 ÎLON 2025
Dayikên Aştiyê bertek nîşanî biryara Konseya Ewrûpayê dan

Dayikên Aştiyê bertek nîşanî biryara Konseya Ewrûpayê dan

19 ÎLON 2025
Ji jinên girtî re nameyên Abdullah Ocalan şandin

Ji jinên girtî re nameyên Abdullah Ocalan şandin

19 ÎLON 2025
Fîlozof Robert Pfaller: Banga Abdullah Ocalan fersenda dîrokî ye

Fîlozof Robert Pfaller: Banga Abdullah Ocalan fersenda dîrokî ye

19 ÎLON 2025
Serhat Çakmak: Em ê ji bo bicihanîna mafê hêviyê serlêdanên hiqûqî bikin

Serhat Çakmak: Em ê ji bo bicihanîna mafê hêviyê serlêdanên hiqûqî bikin

19 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (368)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne