Erebistana Siudî ji bo diyaloga di nava hêzên li başûrê Yêmenê li pêş bikeve soza afirandina derfetên guncav da. Ji van hemû hêzan daxwaza li darxistina konferanseke hevbeş kir û xwest di konferansê de vîzyoneke adîl ya hevpar derkeve holê.
Ajansa Nuçeyan a Dewleta Yemenê Saba; destpêka roja şemiyê agahiya Serokê Konseya Serokatiya Yemenê ya Erebistana Siudî destek dide wê Raşad el-Alimi da. Raşad el-Alimi, daxwaza li Riyadê bi beşdarbûna hemû hêzên li başûrê Yêmênê di nava şer de ne konferans bê lidarxistin ji Siudî kir.
Wezareta Erebistanê: Em ê derfet ava bikin
Wezareta Kerên Derve ya Erebistana Siudî bi daxuyaniyek eşkere kir ku ew vê daxwaza Reşad el-Alimi bi kêfxweşî dibersivînin û da zanîn ku li heremê yekane rawestandina şer pêkanîna diyalogê ye. Wezaretê xwest di nava herdu welatên bira Erebistana Siudî û Komara Yemenê de têkiliyên ewlehî û istîkrarê li pêş bikeve dê hewldanên xwe yê erênî bê navber bidomînin.
Erebistana Siudî ji bo diyaloga di nava hêzên li başûrê Yêmenê de li pêş bikeve soza afirandina derfetên berfire da û banga beşdarbûna konferansê kir. Ji hêzên başûrê Yemênê xwest di konferansê de vîzyoneke adîl ya hevpar derxin holê.
Hêzên Erebistana Siudî piştgiriya wan dike ku ji bo heremên ji aliyê hêzên Konseya Demkî ya Başûr (STC) bi destxistine paşve wergire. Ev herêm di nav şer de ne.
Li Yemenê şerê Siudî û Imaratê
Li gorî Ajansa Nûçeya Saba ragihand, Erebistana Siudî roja Înê li başûrê Yemenê li bajarê Hadramoutê rêze êrişên hewayî bi ser Hêzên Konseya Demkî ya Başûr a ku Imareta Ereb piştgiriyê dide wan. Di raporê de hat eşkerekirin ku kampa Tumena 37emîn hedef hat girtin.
Erebistana Siudî her wiha êriş bir ser herêma ku di demeke nêz de di bin serweriya Koalîsyona Yemenê de bûn û di encama şer de ket bin serweriya STCê. Di encama vê êrişê de Koalîsyona Yemenê ya Siudî piştevaniyê dide ku roja Înê baregeheke mezin ya leşkerî cereke din bi dest xist.
Waliyê Hadramoutê: Me operasyona ‘aştiyê’ pêk anî
Waliyê Hadramoutê Salem Ahmed Saeed al-Khunbashi yê ku Erebistana Siudî piştgiriyê de wî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de da zanîn ku wan operasyoneke “aştîyane” pêk aniye. Piştî vê operasyonê jî wan kampa al-Khasha ya ku baregeha herî girîng a leşkerî û herî mezin a Hadramoutê ye paşve girtine.
Roja Sêşemê jî hêzên Koalîsyona Yemênê ku Siudî piştgiriyê didê êriş bir ser Bendera Mukala ya Yemenê. Di êrişa hewayî de du keştiyên ku wesayît lê barkirî hatin bombekirin. Hat zanîn ku ev keştî jî keştiyên Konseya Demkî ya Başûr (SKC) ê ye.
Di serê Kanuna 2025an de Konseya Demkî ya Başur (STC) ya Imarata Ereb piştgiriyê didê ku êriş biribûn ser hin heremên başûrê Yemenê. Di encama van êrişan de hin heremên li başarê Hadramoutê ya di bin serweriya Koalîsyona Yemenê ya Siudî de bûn, bidest xistibû. Ev jî bû sedema şereke nû ya li herêmê li pêş ket.











