Komaleya Wêjekarên Kurd têkildarî wefata helbestvan Ehmed Huseynî li avahiyê xwe daxuyanî da çapemeniyê û da zanîn ku dê di 12 û 13ê Adarê ji bo Ehmed Huseynî li saziya xwe şînê danîne.
Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî ku demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin duh li Swêdê jiyana xwe ji dest da. Komaleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî li avahiyê xwe daxuyanî da çapemeniyê û dazanîn ku dê 12 û 13ê ji bo Ehmed Huseynî li avahiya xwe şînê deynin. Wêjekar, nivîskar, hunermend, nûnerên saziyên siyasî û sivîl jî tev daxuyaniyê bûn. Di civînê de li ser navê PENa Kurd nivîskar Omer Fîdan û Hevseroka Komaleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî axivî.
‘Em dilsoz û dildarên wî ne’
Omer Fîdan ê ewilî axivî got ku “Mirinê şêxê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja Ehmed Huseynî ji nav me bir” û got: “Weke ku hûn dizanin mixabin dîsa mirinekê destê xwe lez girt û dostê me, şêxê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja Ehmed Huseynî ji nav me bir. Em gelekî xemgîn in. Lê em dilsoz û dildarên wî ne, şopdarên wî ne, şopînerên rêya wî ne.”

‘Kurdistana xwe di berîka xwe de dibir’
Omer Fîdan berdewama axatîna xwede qala Ehmed Huseynî kir û bal kişand ser keda wî ya bi salan daye û wiha bi lêv kir: “Weke ku hûn dizanin, Ehmed Huseynî Kurdistaneke biçûk bû. Bi êşa ku di zarokatiya xwe de kişandiye, bi êşa şewata sînemaya Amûdê, bi qedexeya li ser zimanê wî, bi sekn û vîna wî ya li zankoyê û piştî wê li sirgûna ku jiyaye, berxwedana ku daye, têkoşîna ku daye û hewla ku daye; hemû di bîra me û dilê me de weke Kurdistaneke biçûk in. Ji ber vê yekê em ê jî li Kurdistana xwe ya biçûk xwedî derkevin û em ê peywirên xwe yên dawî ji bo şexsê wî û ji bo giyanê wî bi awayekî xurt pêk bînin. Ehmed Huseynî çûbû ku derê, Kurdistana xwe di berîka xwe de dibir. Çûbû ku derê ew der dikir Kurdistan. Bi bîranîn xwe bîra birînên Kurdistanê bû. Ji ber wê yekê bi rastî bi sekna xwe, bi helwesta xwe, bi rêncberiya xwe ya ji bo zimanê xwe û bi rêncberiya xwe ya ji bo sazîbûyînê ku hûn dizanin saziyên rewşenbîriyê niha li Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û li Ewropayê çêbûne, di tevahiyê wan de em dikarin bibêjin keda wî heye, rênca wî heye.”
Du roja şîna Ehmed Huseynî yê weri daynîn
Omer Fîdan da zanîn ku weke Komaleya Wêjekarên Kurd dê ji bo Ehmed Huseynî du rojan li avahiyê xwe şînê deynin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “12 û 13ê Adarê li saziya Komeleya Wêjekarên Kurd, Navenda PENa Kurd û Yekitiya Weşangerên Kurd, em ê li vê derê li benda hezkiriyên Ehmed Huseynî bin, li benda dostên wî bin û em ê bi hev re wî bi bîr bînin.”
‘Êşa gelê Kurd parve dikin’
Herdem Merwanî jî li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd xemgînî ya xwe anîn ziman û got: “Mamosteyê me yê hêja, helbestkarê qedirbilind li sirgûnê çûye ser dilovaniya xwe. Weke Komeleya Wêjekarên Kurd, em jî dê xwedî li nivîskar û helbestkarê xwe Ehmed Huseynî derkevin. Weke Komeleya Wêjekarên Kurd em dibêjin ku Ehmed Huseynî dengê gelê me bû, dengê helbesta me bû. Bêguman ev peywireke me ya neteweyî û wêjekarî ye ku em xwedî lê derkevin. Em êşa malbatê û êşa gelê Kurd parve dikin. Em careke din dibêjin serê wêjeya gelê Kurd, serê wêjekarên Kurd û serê gelê Kurd sax be.”













