Şirnex – Ji bo endama YJA-STARê Zeynep Aslan a li Herêma Federal a Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest da li navçeya Cizîrê ji aliyê malbata wê ve şîn danîn.
Malbata endama YJA-STARê Zeynep Aslan (Mîtra Manî) ku di 6ê Cotmehê de li herêma Xakurkê ya Federê ya Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest da, li taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê şîn danîn. Bi pêşengiya MEBYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, DBP û DEM Partiyê yên Şirnex û navçeyên wê, gel bi girseyî serdana şînê kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin. Girsd bi meş çûn mala şînê û li wir ji aliyê malbatê ve hatin pêşwazî kirin. Girseyê di şînê de dua kirin û ji malbatê re sersaxî xwest.