• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ji bo Kurdî merhaleyeke nû didin destpêkirin’

Fexredîn Kiliç / AW

16 MIJDAR 2025 - 08:16
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Endamê MED-DERê Mûsa Şanak da zanîn ku dê di 18ê Mijdarê de ji bo daxwazên derbarê zimanê Kurdî de deklarasyonekê bi raya giştî re aşkere bikin û wiha got: “Merheleyeke nû ya têkoşîna ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin. Banga me ew e ku hemû dildarên zimanê Kurdî, xwedî li vê deklerasyonê derkevin.”

Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî dê ji bo daxwazên gelê Kurd ên derbarê zimanê Kurdî de bi îmze û beşdarbûna zêdetirî 750 sazî, dezgeh, platform, partî û derdorên Kurd û demokratîk ên civakî yên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di 18ê Mijdarê saet 13.00an de li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyas a Amedê bi awayekî girseyî deklarasyoneke hevpar bi raya giştî re parve bikin. Deklerasyona ku dê bi dirûşma “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” bê dayîn dê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî û bi Tirkî be. Endamê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û endamê Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî Mûsa Şanak têkildarî parvekirina armanca deklerasyona ji bo Kurdî ji ajansa me re axivî.

Mûsa Şanak, da zanîn ku deklarasyon pênc daxwazên bingehîn ên di warên ziman, çand û nasnameya Kurdî de di nava xwe de dihewîne û wiha got: “Lê daxwaza esas statu û perwerdehiya bi Kurdî ye. Em dixwazin Kurdî bibe xwedî statu bila bi zimanê Kurdî pêşdibistanê bigire heta zanîngehê perwerdehî bê dayîn. Ev daxwazên din jî hemû bi vê ve girêdayî ne û hevdû temam dikin. Mebesta me ya sereke em bi sazî û dezgehên sivîl û derdorên siyasî re bên bahev bi yek dengî daxwazên xwe yên neteweyî û civakÎ bînin ziman li pişt wan bisekinin û li zimanê xwe xwedî derkevin. Di vê çarçoveyê de bang li Komîsyona Meclisê û rayagiştî bikin.”

‘Ji kolanên Amedê dengê Kurdî wêdetir dengê Tirkî bilind dibe’

Mûsa Şanak xwest ku daxwazên xwe yên sereke bêxin rojeva hemû beşên civakê û wiha domand: “Ev piçekî jî be dibe xizmetê ji yekîtiya neteweyî re jî bike. Em dikarin vê xebatê weke piştgiriya yekîtiya neteweyî jî bihesibînin. Dema em di nava civakê de bala xwe didin zimanê Kurdî gelek dîmenên mirov pê xemgîn dibe derdikevin pêşberî mirov. Di warê jiyîn û jiyandina ziman de bi rastî jî qelsiyeke me heye. Niha em derkevin li kolanên Amedê bigerin. Ez her roj bala xwe didime dengên ji kolanan bilind dibin. Ji dengên Kurdî wêdetir Tirkî serwer e. Sedema vê ya bingehîn polîtîkaya bişaftinê, înkar û tunehesibandinê ye. Polîtîkayên pergala serdest zimanê xwe li me ferz kiriye.”

‘Divê hemû qadên me di malên xwe de Kurdî bikin zimanê serwer’

Mûsa Şanak got ku “lazim e em hemû xwedî li zimanê xwe derkevin, bi zimanê xwe bijîn xebatên xwe bi zimanê xwe bi pêş bixin siyaseta xwe bi Kurdî bikin hemû qadên me di malên xwe de Kurdî bikin zimanê serwer di mala xwe de bi Kurdî biaxivin” û wiha pê de çû: “Bi kîjan zaravayê Kurdî diaxivin bila biaxivin û wî zaravayî fêrî zarokên xwe û neviyên xwe bikin. Bila tenê navên xweşik ên Kurdî li zarokên xwe nekin. Wan bi zimanê Tirkî xwedî nekin. Navên zarokan navên giranbiha ne navên cangoriyan li zarokan bikî û li gorî mebesta cangoriyan wan mezin nekî ev jî kêmasiyeke mezin e.”

‘Divê em qelsiya xwe bi şiklekî ji holê rakin’

Mûsa Şanak bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî vê bangê di warê ziman, xebat û pêşxistina ziman de, di jiyîn û jiyandina ziman de gelek derfet derketin holê. Gelo em çiqas xwedî li van derfetan derketine, me ew derfet bi xurtî pêkanîne, me xebatên ziman ji avahiyan derxistiye, bi tevlibûna hemû beşên civakê bi pêş xistiye? Divê em van pirsan bibersivînin. Ez wekî dildar, aktîvîst û têkoşerekî Kurdî mixabin, nikarim bersiveke erênî bidim van pirsan. Ev ji bo me hemûyan jî mijara rexneyê ye. Divê em vê qelsiya xwe bi şiklekî ji holê rakin. Helbet saziyên ziman di nava hewldanê de ne. Di 15 û 16ê Cotmehê de ji bo ku stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî diyar bikin hemû saziyên demokratîk di nav de me komxebatek li dar xist. Nîqaşên têr û tijî hatin meşandin. Lê ev bes nîn in, divê bêtir bên xurtkirin. Ev deklarasyona me jî berdewama van xebatan e û merheleyeke nû ya têkoşîna ji bo zimanê Kurdî ye. Divê em xwe bigihînin saziyên ku îmzeya wan di binê vê deklerasyonê de tune ne jî. Wan jî bi awayekî tev li têkoşîna zimanê Kurdî bikin.”

‘Bi tevlibûna xwe xwedî li vê deklarasyonê derkevin’

Mûsa Şanak destnîşan kir ku dixwazin têkoşîna zimanê Kurdî bikin têkoşîneke civakî û wiha bi lêv kir: “Qada siyasetê, ekolojiyê, baweriyê, rêveberiyên herêmî hwd. divê bibin parçeyekî têkoşîna zimanê Kurdî. Zindîkirina zimanê Kurdî ya li her derê, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê me yê sereke yê rojane em ê tim di nava hewldanan de bin.”

Mûsa Şanak axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Weke Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî banga me ew e ku hemû sazî, hemû dildar û têkoşerên zimanê Kurdî gelê me yê welatparêz bi tevlibûna xwe xwedî li vê deklerasyonê derkevin.”

Etîket: MED-DERMûsa Şanak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MED-DERê bi şahiyekê belgename da xwendekarên xwe

MED-DERê bi şahiyekê belgename da xwendekarên xwe

28 SIBAT 2026
Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

19 SIBAT 2026
Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

16 SIBAT 2026
Kargeha ‘Zarok û mafên wan ên zimanî’ hat lidarxistin

Kargeha ‘Zarok û mafên wan ên zimanî’ hat lidarxistin

13 KANÛN 2025
Li Sêwregê kelecana zimanê kurdî

Li Sêwregê kelecana zimanê kurdî

7 KANÛN 2025
Li gundê Zilekê yê Pasûrê Kargeha ziman hat li darxistin

Li gundê Zilekê yê Pasûrê Kargeha ziman hat li darxistin

29 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (403)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne