Ji bo Endamê Meclisa Hevserokatiya PYDê Salih Muslim sibê li Stadyûma 12ê Adarê merasîmek bê li darxistin.
Cenazeyê Endamê Meclisa Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di ser Deriyê Sînor ê Sêmelkayê re gihîşt Rojavayê Kurdistanê. Sibê dê li Stadyuma 12ê Adarê merasîmek ji bo Muslim bê lidarxistin. Piştî merasîmê, cenaze dê ji bo Kobaniyê were şandin. Tê payîn ku cenazeyê Muslim dê roja Şemiyê li Kobaniyê piştî merasîma li vir bê veşartin.













