Di civîna gel a Cizîrê de hate diyarkirin ku ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hewceyî bi aştiyek navxweyî heye.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevilbûna Veysî Aktaş ê ku 10 salan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê maye, wasiyê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û bi sedan welatiyan Civîna Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxistin.
Pankartên, ‘Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ , ‘Vîna gelan esîr nabe ji Rêber Apo re azadî’ û ‘Ji Cizîrê hezar silav ji Rêberê Aştî û Civaka Demokratîk re’ li eywana konferansê ya Şaredariya Cizîrê hatin daliqandin. Beriya civîn destpê bike ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin pêk hat û dirûşmên, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.
Piştî rêzgirtinê Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk got ku armanca civînan ji bo çawaniya pêşxistina pêvajoyê ye û wiha axivî: “Em ê çawa bikaribin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bêxin armanca civînên me yên bi gel re ev in. Em dixwazin gelê me bi awayekî aşkere hest û nêrînên xwe bîne ziman.

‘Ev pêvajo du alî dimeşe aliyek wê Abdullah Ocalan e’
Gulistan Sonuk diyar kir ku Tevgera Azadiyê bajar bi bajar ji bo niqaşkirina pêvajoyê digere û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em weke Tevgera Azadiyê bajar bi bajar nîqaşa pêvajoyê dikin. Ev pêvajo du alî ye, eliyek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û aliyê din dewlet e. Di aliyê Tevgera Azadiyê de her mirovek ê vê axê dikare xwe têxe parçeyek ê vê pêvajoyê û her wiha di vî warî de dikare bibe parçeyek civaka demokratîk. Tişta ku dikare ser milê me parastina cehwerî ye, parastina cewherî jî sazkirina komun û xwerêxistinkirin e. Yek ji armanca van civînan jî ew e ku em ê çawa bikaribin di rewşa îroyîn de xwe rêxistin bikin. Di vê pêvajoyê de çembera derdora rêxistinkirina me firehtir bûye û divê li gor van şert û mercan em tevbigerin.”
Pirsgirêkên civakî bi diyalogê çareser dibin
Gulistan Sonuk di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo serkeftina pêvajoyê hewceyî bi aştiyek navxweyî heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo îro em qala aştiyek nava neteweyan bike divê destpêkê em aştiya di nava civaka xwe de ava bikin. Heya em aştiya navxweyî saz nekin em ê nekarin bi awayek serkeftî bi neteweyek din re jî aştiyê pêk bînin. Divê têkiliyên me yên di navbera civaka me de demokratîk bin. Em ê hemû pirsgirêkên xwe bi dan û stendinê an go bi diyalogê çareser bikin.”

Piştî axaftina Gulistan Sonuk civîn bi awayek ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Di berdewama civînê de Veysî Aktaş û Mazlûm Dînç li ser pêvajoyê nirxandin kir.
Piştî nêrîn û nirxandinên welatiyan civîn bi dawî bû.














