Komaleya Huqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD) ji bo mafê hêviyê bi şîyara “Bila Mafê Hêviyê pêk bînin” kampanya da destpêkirin.
OHDê bi dirûşmeya “Ji bo Mafê Hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” li ser hesabê Xyê tag dan destpêkirin. Şaxên OHDê yên Amed, Stenbol, Îzmîr û Komîsyona Jinan a OHDê kampanya dan destpêkirin. Şaxên OHDê di tagên xwe de diyar kirin ku DMMEyê 11 sal û 5 meh û 26 roj berê biryara duyemîn da û tevî ew qas dem derbas bûye jî Tirkiye li gorî biryarê tev negeriya ye. Şaxên OHDê xwestin Mafê Hêviyê têxin meriyetê.
Şaxên ÎHD, DEM Partî û gelek kesayat beşdarî tagê bûn û xwestin ji bo çareseriya demokratîk û civaka demokratîk mafê hêviyê bê dayîn.